www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.04.2004 - 15:21

Li Amûdê girtina kurdan berdewam e

AMÛDÊ (amude.com) - Ji do de, hêzên ewlekariyê yên surî li gel leşker û hêzên taybetî dest bi girtina kurdan li bajarê Amûdê kirye. Ta niha bêtirî 200 kurd ji Amûdê û gundên wê hatine girtin. Berpirsek ji Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê (el-Party) Wehîd Ehmed piştî ku hate girtin, dîsa serbest hate berdan. Hin ji girtiyan ji malbatekê ne. Li gorî agahiyên ku gihan Malpera Amûdê, mêrek bi hêzên surî re hatibû û wî kurdên ku hatin girtin, eşkere dikir. Ti kes nizane bê ev mêr kî ye. Du girtî hîn zarok in û temenê wan 14e salî ye. Yekî din 60 salî ye. Li vê derê em navên hin girtiyên Amûdê diweşînin:

- Luqman Salih Ehmed (1968)
- Kawa Şêxo Ehmed (1978)
- Alan Hesen Ehmed (1981)
- Ehmed Elî Şêxo (1986)
- Ehmed Hac Kemal (1980)
- Bedî Kurdî
- Mihemed Xêr Nurî
- Alan Hesê Hemê
- Wehîd Mihemed (Hintir)
- Berzan Ehmed
- Mihemed Nurî
- Fewaz Mihyedîn (Hedad) û biyaê wî (35 salî)
- Dilovan Ibrahêm (15e salî)
- Ibrahêm Ebdilqadir (14e salî)
- Alo Emkê (14e salî)
- Ferhan Emkê
- Mihemed Nafo
- Ebdilselam Elî
- Emar Birkî
- Mîzer Ebdê (60 salî, gundê Dîkê)
- Du kurên Ehmed Hedo ji gundê Çenax Çîkê
- Rêzan Ehmedê Nurê (1976)
- Rêder Sedî (32 salî)
- Behaidîn Ibrahîm Mihemed Hisên (41 salî)
- Ismet Ehmed Mecun
- Hatim Emkê
- Haco Mekê (1979)


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]