 |
 |
02.03.2004 - 10:44
Serdar Doskî ket lîsteya hilbijartinên Parlemana Ewropayê
 Serdar Doskî
|
AMSFOORT (amude.com) - Di 28ê meha borî de, di konferensa Partiya
Sosyalîst a Holendî (SP) de li bajêrê Amsfoort, siyasetvanê
kurd Serdar Doskî cihê 7an di lîsteya SP a ji bo hilbijartinên
Parlemana Ewropayê de girt. Hilbijartin dê di
10.05.2004an de li seranserî Ewropayê pêk werin. Doskî
31 salî ye û di 1995an de ji başûrê Kurdistanê
koçberî Holendayê bû û li wê derê
nasnameya holendî wergirt.
Serdar Doskî berî 5 salan ket nav rêzên Partiya
Sosyalîst a Holendî û berî du salan bo endametiya
komîteya birêvebir a partiyê hate hilbijartin.
Doskî di warê peywendiyên derveyî û bi taybetî
karûbarên girêdayî bi Rojhelta Navîn de dixebite.
Li Holendayê, Partiya Sosyalîst a 4an e. 9 endamên
wê di Parlemana Holendî de hene û endamek di
Parlemana Ewropî de.
Derfeta ku Doskî bikeve Parlemana Ewropayê de gelekî kêm e.
|
 |
 |