 |
 |
12.07.2004 - 23:26
Rojnameyeke elmanî ya mezin Malpera Amûdê
weke çavkanî bi kar tîne
BOCHUM (amude.com) - Di hejmara wê ya sibe de,
rojnameya elmanî "die tageszeitung" (taz) nûçeyek derbarî
êrîşa li dijî siyasetvanê kurd Seîdê Heso
weşandiye. Rojnameyê Malpera Amûdê weke
çavkanî bi kar aniye. Rojnameya taz yek ji mezintirîn
û navdartirîn rojnameyên elmanî ye. Malpera Amûdê
pêr nûçeyeke berfireh derbarî êrîşa ji aliyê
alîgerên Kongra-Gel li dijî Seîdê Heso weşandibû.
Ev ne cara pêşî ye, ku Malpera Amûdê ji aliyê
dezgeh û medyayên cîhanî ve weke çavkanî
tête bikaranîn.
Derbarî êrîşa li dijî Seîdê Heso,
rojnameya "die tageszeitung" (taz) di
hejmara xwe ya 7407an de (13.07.2004) de li ser zimanê berdevkê polîsên
bajarê Bochumê nivîsandiye, ku Heso nexwestiye ti agahiyan
li ser nasnameya êrîşkeran eşkere bike. Herweha wê nivîsandiye, ku
hêzên parztina welat doza Heso biriye cem xwe û dest bi lêkolînan
kiriye. Rojnameya "die tageszeitung" (taz) Malpera Amûdê
weke çavkanî diyar kiriye. Di nûçeya wê de hatiye
nivîsandin:
"Li gorî raporteke malpera internêtê ya kurdî amude.com,
Heso behsa "hewldaneke kuştinê ya bi mebest" kiriye. Li gorî agahiyên
amude, herçar êrîşkerên nediyar
fermana kiryara xwe ji PKKê wergirtiye."
Rojnameya "die tageszeitung" (taz) radigihîne, ku Seîdê Heso
berpirsekî PKK ê Elmanyayê û herweha endamekî
"Navenda Eniyê ya Ewropî" bû. Herweha di nûçeya
taz de hatiye nivîsandin, ku "Navenda Eniyê çalakiyên
PKK ên li Elmanyayê bi rê ve dibir, pasportên sexte
amade dikir û kadroyên PKK di rêyên qaçaxê re
dianî rojavayê Ewropayê." Rojname berdewam dike û dinivîsîne, ku
li gorî agahiyên Parêzeriya Federal, "Heso berpirsê
pêşî yê rêxistina Elmanyayê ya PKKê
bû." Herweha li gorî wê, Heso di dawiya salên 90î
de birêvebiriya giringtirîn herêma PKK li Elmanyayê
(bajarên Köln, Bonn, Essen, Duisburg, Düsseldorf û Dortmund)
kiriye.
Li Elmanyayê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji sala 1993an ve
qedexe ye û ji sala 1996an ve weke "rêxistineke krîmînêl
(icramî)" tête dîtin.
Rojnameya "die tageszeitung" (taz) yek ji mezintirîn û navdartirîn
rojnameyên Elmanyayê ye. Xwedevanên wê bêtir xwedî
helwesteke siyasî ya çep in. Îsal 25 sal
ser derbasbûna weşandina yekemîn hejmara taz derbas bûn.
Malpera Amûdê berî niha weke çavkanî ji aliyê
komek ji rojname, kovar, radyo û televizyonên ve hatiye bikaranîn.
Herweha Wezareta Elmanyayê ya Karûbarên Hundirîn
Malpera Amûdê weke çavkanî bo
xebata xwe bi kar tîne. Bi taybetî di dema bûyerên
Serhildana Qamişloyê de, Malpera Amûdê bû çavkaniya
herî giring bo medyaya cîhanî.
|
 |
 |