www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.07.2004 - 23:55

Apoçî êrîşên li dijî hevalên berê berdewam dikin


>> Seîd Heso di 11.07.2004an de

>> Seîdê Heso di dadgehê de (20.06.2001, WDR)
Sîrwan Hecî Berko - ESSEN (amude.com) - Seîd Heso kurdekî başûrê Kurdistanê ye. Ji sala 1982an ta dawiya 2002an ew endam û çalakvanekî PKKê bû. Heso demeke dirêj yek ji berpirsên PKK ê bilind li Elmanyayê bû. Wî partî bi rê ve dibir û "kadroyên wê perwede dikir". Ji bo vê xebata wî, polîsên Elmanyayê Heso digire, wî didin dadgehkirin û zindankirin. Seîdê Heso di şibata 2002an ji zindanê derdikeve û dibîne, ku siyaseta PKKê hatiye guhertin û "armancên wê li dijî berjewendiyên gelê kurd in." Ew pişta xwe dide partiyê û xwe jê cuda dike. Çarşema borî, Seîd Heso bû armanca êrîşa 4 kurdan û ji mirinê filitî. Heso piştrast e, ku ew kes alîgerên Kongra-Gel in.

Siyasetvan Seîdê Heso bi zend û destekî girêdayî pêşwaziya min dike. Du tiliyên destê wî hatine şikestin. Herweha bêvil û serê wî jî şikestî ne. Birîneke dijwar li ser zendê wî yê çepê balê dikşîne ser xwe. Heso qehweya xwe vedixwe, li birînên xwe dinere û dibêje: "Ez ji mirinê filitîm."

Seîd Heso behs dike, bê çawa ew di sala 1982an de kete nav rêzên PKKê û piştre xebata leşkerî, siyasî û rêxistinî kir. Ew bû berpirsekî partiyê yê bilind li Elmanyayê. Ji ber PKK li Elmanyayê ji sala 1993an ve rêxistineke qedexe ye, elman berpirsyarên wê digire û dixîne zindanan. Heso jî hate girtin û kete zindanê. Ew di 15.02.2002an de serbest hate berdan. Piştî ku ew ji zindanê derdikeve, ew dibîne, ku "guhertinên siyasî, îdyolocî û yên di siyaseta kadroyan de" ne li gorî nerînên wî bûn. Ji ber vê yekê, wî xwe ji partiyê û xebata wê dûr kir.

Çarşema borî, demjimêr dora 20.05 bû, Seîdê Heso ji sportê vegeriyabû û xwest serê xwe bişo. Ew di odeyeke qata pêncan de di xaniyê penaberan li bajarê Bochumê de dijî. Heso dibêje, ku dema wî berê xwe dida serşokê, 4 kurdên 24-26 salî ketin pêşiya wî. Wî ew nas nekirin, lê ji ber ku bi kurdî pê re axivîn, wî nas kir, ku kurd in. Heso berdewam dike û dibêje: "Wan xortan pirsa cîranê min ji min kir. Min ji wan re got, ku ew ne li mal e. Lê dîsa jî çûn li dergehê wî xortî xist. Armanca wan ew bû, ku xwe nêzîkî min bikin, bêyî ku ez vê yekê hest bikim." Herçar xort nêzîkî wî bûn û ji nişkê ve, heryekî darek leystika "baseball"ê ji nav cilên xwe ji pişta xwe derxist û bi hev re êrîşî Heso kir. "Armanca êrîşa wan serê min bû", weha Heso. Ew xwe bi destên xwe diparêze û bi dengekî bilind bangî penaberên din ên kurd dike, ku polîsan bixwazin. Êrîşên li dijî wî berdewam dibin, wî diêşînin û birîndar dikin, du tiliyên wî, bêvil û serê wî dişkînin. "Eger ew darik li serê min ketibana, ezê bihatima kuştin. Derbek li serê min ket, lê ji ber min serê xwe bi destên xwe diparast, derb ne bi xurtî li serê min ket û serê min tenê şikest. Eger êrîşên wan ciyê xwe girtibana, ez dê niha yan mirî yan jî nîvmirov bûma." Xortên kurd çûn alî cîranê xwe bikin. Vê yekê hişt, ku êrîşker birevin û bifilitin.

Seîdê Heso dibêje, ku di dawiya 2002an de, apoçiyan bi awayekî eşkere gef lê xwar û xwest "di rêya provokasyonan re kurdên welatparêz" li dijî wî bi kar bînin. Ew eşkere dike, ku kesên ku êrîşî wî kir, berî niha gelek caran li xaniyê penaberan pirsa wî kiribû. Heso diyar dike, ku fermandarên êrîşkeran wêneyê wî û agahiyên din li ser wî dabûn wan û ji wan hatibû xwestin, ku herçar bi hev re biçin cem wî, bi şêweyekî normal bi wî re biaxivin, da ku ti guman bi wî re çênebe, û bi hev re bi daran li serê wî xînin. Heso wilo diaxive, wek ku ew ji van tiştan baş piştrast e. Ew berdewam dike û dibêje: "Ez vî tiştî baş dizanim. Ev tişt ji wan hatibûn xwestin." Li ser gotinên min, ku weha dixuye, ku ev agahî dihêlin mirov gumanê bike, ku wî jî di dema xwe de fermanên bi vî rengî dida, Heso got: "Na, ev ne rast e. Min fermanên wilo nedane tukesî û ez tim li dijî van tiştan bûm; ez kiryarên wilo ne rast dibînim. Lê min di karê siyasî û rêxistinî de kar kiriye, min xebata leşkerî kiriye. Yanî mirovê li hemberî min çi dike, ez dizanim." Ew li xwe mukir tê, ku hayê wî ji ferman û kiryarên wilo hebû, lê dema ez careke din bi taybetî li ser rola wî di van tiştan de dipirsim, ew hertiştî inkar dike, xwe aciz dike û dibêje, ku ew pirseke wilo ji bo xwe di cî de nabîne. Seîdê Heso berpirsekî PKKê yê bilind bû û hayê wî ji tiştekî tunebû! Balkêş e.

Min xwest bizanibim, bê ew ji kû dizane, ku kesên ku êrîşî wî kir û xwest wî bikujin, apoçî bûn. Heso piştrast kir, ku ew baş dizane ku ew kes alîgerên Kongra-Gel bûn. Wî diyar kir, ku dijminên wî tunene. Herweha wî ew ji şêweyê êrîşa wan nas kir. Seîdê Heso berdewam dike û dibêje: "Ew alîgerên PKK bûn. Eger ne wilo be, bila PKK vê êrîşê şermezar bike û wê weke karekî terorîstî bi nav bike."

Seîdê Heso dide xuyanîkirin, ku tenê dijminê kurdan û bi taybetî dewleta tirk sudê ji êrîşên wilo werdigirin. Ew dibêje, ku Ewropa ne ciyê lêdan û êrîşan e. "Mesaja min bo Kongra-Gel ew e, ku bi lêdanê û kuştinan pirsa kurdî çareser nabe", Heso axavtina xwe bi dawî tîne û ji ber sedemin ku naxwaze diyar bike, ew nahêle ku ez wêneyekî wî bikşînim.

Di dawiya gulana borî de, Şukru Gulmuş jî, ku bi xwe berê berpirsekî PKK ê bilind bû, li bajarê Köln li Elmanyayê bû armanca êrîşeke ji aliyê apoçiyan ve.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]