www.amude.com - navenda çanda kurdî


08.02.2004 - 03:31

Seîd Gabarî: KOMKAR îhaneta min kir!


Seîd Gabarî
DORTMUND (amude.com) - Hunermend Seîd Gabarî ragihand Malpera Amûdê, ku amadekarên xwepêşandana Kölnê nehiştin ku ew gotina bi navê Yekîtiya Hunermendên başûrê-rojavayî Kurdistanê pêşkêşî beşdaran ke. Di xwepêşandana li Kölnê de, mesajên gelek rêxistin û kesayetiyan hatin xwendin. Gabarî eşkere kir, ku ev yek ji bo yekîtiya hunermendan û wî bi xwe jî îhaneteke mezin e.

Hunermend Gabarî di telefonekê de bi Malpera Amûdê re diyar kir, ku KOMKAR û Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) li dij bûn, ku ew gotina yekîtiya hunermendan pêşkêş ke. Wî berdewam kir û got: "Ji ber ku PSK û KOMKAR pereyên min xwarine û min doza mafê xwe ji wan kir, ew ji min aciz bûne û dixwazin min îhanet bikin." Li gorî Gabarî, PSK û KOMKAR berî çend salan kasêt jê re tomar û belav kirine, lê ta roja îro jî wî ti pere wernegirtine. Serokê KOMKAR Fetah Tîmar berî demekê ragihand Malpera Amûdê, ku ev yek ne rast e.

Seîd Gabarî eşkere kir, ku ew dê dozê li komîteya Yekîtiya Hunermendên başûrê-rojavayî Kurdistanê bike, ku êdî nehêle ku endamên wê beşdarî çalakiyên Hevkariyê bibin. Wî got: "Eger Hevkarî helwesta xwe li hemberî vê îhanetê diyar neke, ez vê yekê mîna îhaneta xwe ji aliyê wê ve dihesibînim."


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]