 |
 |
07.05.2004 - 20:02
Rojnamegerên ereb ji Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê aciz in
BRÛKSEL (dîha/amude.com) - Yekîtiya Rojnamegerên Ereb
da xuyakirin, ku ew naxwaze ku Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê beşdarî Kongreya
Federasyona Rojnamegerên Cîhanê bibe. Yekîtiyê ewlekariya Iraqê wekî sedema vê yekê
nîşan da. Sendîqaya Rojnamegerên Kurdîstanê bangî rojnamegerên ereb kir,
ku nebe berdevka welatên ereb û bitenê guhê xwe
bide xebata xwe ya di warê rojnamegeriyê de.
Kongreya Federasyona Rojnamegerên Cîhanê di navbera rojên 25-30ê gulanê de
li paytext Yunanistanê Atîna tê lidarxistin. Federasyonê ji endamên xwe re
vexwendname şand. Yek ji van endaman jî Federasyona Rojnamegerên Kurdistanê ye.
Lê Yekîtiya Rojnamegerên Ereban daxuyaniyek da û xwest ku beşdariya Sendîqaya Rojnamegerên
Kurdistanê bê astengkirin. Serokê Yekîtiya Rojnamegerên Ereban Ibrahîm Nafî
derbarê mijarê daxuyaniyek da. Nafî got: "Pêwîst e ku vexwendnameya ji bo Federasyona
Rojnamegerên Kurdistanê paş ve bê kişandin û endametiya vê federasyonê bê betalkirin."
Nafî hinceta vê daxwaza xwe wiha eşkere kir: "Ger ku Sendîqaya Rojnamegerên Kurdistanê
beşdarî vê kongreyê bibe, dê ev yek zirarê bide yekîtiya Iraqê. Dê bibe sedema perçebûna
Iraqê û her wiha xetere ye."
Sendîqaya Rojnamegerên Kurdistanê daxwaz şermezar kir
Li ser vê yekê Sendîqaya Rojnamegerên Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de,
gotinên Ibrahîm Nafî hatin şermezarkirin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Em vê daxuyaniyê napejirînin. Navenda Yekîtiya Rojnamegerên Ereban
li Qahîreyê ye. Rojnameya yekemîn a kurdan jî di sala 1898an de li Qahîreyê derketibû.
Li bajarek ku yekemîn rojnameya kurd lê derketiye, niha jî tê xwestin ku dengê rojnamegerên
kurd bê birîn. "
Yekîtiya Rojnamegerên Ereb ji rojnamegerên 22 welatên ereban pêk tê. Navenda wê li Qahîreyê ye.
Derdorên çapemeniya kurd a li başûrê Kurdistanê
ev yekîtî wekî yekîtiyek ku di bin kontrola dewletê de û parêzvanê şovenîsma ereb dinase.
Heman derdor diyar dikin, ku ev yekîtî polîtîkayên welatên ereban
li hemberî kurdan pêk tîne. Rojnamegerên kurd dibêjin, ku "Yekîtiya Rojnamegerên Iraqê,
me nas dike, lê lê ev nas nake û em bi parçekirina Iraqê tewanbar dike.
Ev yek tiştekî pêkenî ye."
Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistanê (YRK) li hemberî daxwaza Yekîtiya Rojnamegerên Ereb
bertek nîşan da. YRK'ê di daxuyaniyê de diyar kir, ku Sendîqaya Rojnamegerên Kurdistanê
ji bo Kongreya Federasyona Rojnamegerên Cîhanê
bi awayekî fermî hatiye vexwendin. YRKê daxwaza Yekîtiya Rojnamegerên Ereb
li derveyî sinc û hêmanên çapemeniyê nirxand. Di daxuyaniya YRKê de wiha hate gotin:
"Sendîqaya Rojnamegerên Kurdistanê ji aliyê Yekîtiya Rojnamegerên Iraqê ve tê nasîn.
Lê Yekîtiya Rojnamegerên Ereb naxwaze ku binase. Ev yek karê komîteyeke çapemeniyê nîne.
Ancax dibe karê welatek Rojhilata Navîn, ku dijminê kurdan be. Cihê komîteyeke
ku xwe wekî dewletek bibîne û mafê darizandinê di xwe de bibîne, tu car di nav camîaya
çapemeniyê tuneye." YRK destnîşan kir, ku Yekîtiya Rojnamegerên Ereb di bin kontrola
dewletên ereban û wesleyên wan ên fermî de ye. YRKê diyar kir, ku ji ber vê yekê ew
vê yekîtiyê wekî nûnerê çapemeniya azad a ereb nabîne. YRK daxuyaniya xwe bi
van gotinan bi dawî kir: "YRK li benda Federasyona Rojnamegerên Cîhanê ye, ku bersiva ku
pêwîst dike, bide. Çapemeniya kurd dê wekî her gavî
azadiyan, wekheviya di navbera gelan de û yekîtiyê wekî bingeh bipejirîne û wiha dom bike."
|
 |
 |