 |
 |
08.03.2004 - 20:58
Jinên kurd serê polîsan şikandin û roja xwe cejn kirin
Gulîzar - QAMIŞLO (amude.com) - Hêzên ewlekariyê
yên sûrî îroj li Qamişloyê êrîşî
çalakiyeke kurdan a cejnkirina Roja Jinan a Cîhanî kirin
û berpirsiyarê Koma Mîdya ya Folklorî
Ekrem Murad binçavkirin. Polîsan pêşî elektrîk li
ser çalakiyê qut kirin, piştre êrîşî
wênekêşan kirin û film û kasêtên wan
ji wan standin. Milet hêrs bû û êrîşî
polîsan kir û serê yekî ji wan şikandin. Herweha
wan cama tirmbêleke polîsan bi keviran şikandin. Polîsan
tivink di ser wan re berdan û av bi wan dakir. Piştî
rawestandinekê, çalakiya kurdan berdewam kir.
Li aliyekî din, sê partiyên kurdî (Partiya
Yekîtî ya Kurd li Sûryayê, Partiya Hevgirtina
Gelê Kurd li Sûryayê û Partiya Çep a
Kurd li Sûryayê) xwestin li
Qamişloyê du konan vegirin û Roja Jinan a Cîhanî
cejn bikin. Lê hêzên ewlekariyê ketin rêya
wan û nehiştin ku kon bêne vegirtin. Partiyan
çalakiyaên xwe bi şêweyekî din pêk anîn
û hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn.
|
 |
 |