 |
 |
08.03.2004 - 02:13
Li cîhanê jin roja xwe cejn dikin

>> Jinên kurd
|
DORTMUND (amude.com) - Îroj roja jinan a cîhanî ye.
Her sal di 8ê adarê de, jinên cîhanê roja xwe
cejn dikin û doza wekheviya aborî, civakî,
çandî û siyasî dikin.
Li gelek welat û bajaran,
xwepêşandanên jinan ji bo bidestxistina
mafên wekheviyê di hemî warên jiyanê
û hemî welatan de pêk tên. Yekem car
ku 8ê adarê weke roja jinan a cîhanî hate
binavkirin, li konferneseke jinan a sosyalîst
di sala 1921ê de li Kopenhaginê bû. Lê
çima 8ê adarê?
Di 8ê adara 1908an de, karkerên jin di fîrmeyeke
emerîkî de ji bo bidestxistina bêtir ji mafan
protesto kirin û karê xwe rawestandin. Ji nişka
ve agirek bi fîrmeyê ket û 129 jin şewitîn
û mirin.
Bi inîsyatîva sosyalîsta elman
Klara Zetkîn, di 19.03.1911an de yekemîn Roja
Jinan a Cîhanî li Elmanya, Danmark, Nemsa, Swêsra
û Dewletên Yekbûyî yên Emêrîk (USA)
pêk hat. Bi milyonan ji jinan beşdarî
çalakiyên protestoyê bûn. Daxwazên
wan ên bingehîn ev bûn: Mafê hilbijratin
û dengdanê, 8 demjimêran kar di rojê
de, parastina dayik û zarokan û wekheviya meaşan
û dema kar. Di 1912an de, jinên li Fransa,
Holanda û Swêdê jî beşdar
bûn, û di 1913an de jinên
rusî jî.
Jinên kurd jî mîna hemî jinên cîhanê
doza mafê wekheviyê dikin.
|
 |
 |