 |
 |
12.01.2004 - 02:28
Richard Perle: Armanca me guhertina siyaseta Sûryayê ye!

Richard Perle (afp)
|
WAŞINGTON (afp/amude.com) - Richard Perle, yek ji şêwirdarên
wezîrê Emerîka yê parastinê Donald Rumsfeld, doh li
Waşingtonê ragihand, ku problêmên mezin têkiliyên
di navbera Emerîka û Sûryayê de nexweş dikin. Herweha
wî eşkere kir, ku Emerîka dixwaze siyaseta sûriyan biguherîne.
Emerîka Sûryayê tawanbar dike, ku ew rê ji terorîstan re vedike,
ku biçin Iraqê û bi karê xerabiyê rabin. Herweha ew
piştrast dike, ku çekên kîmyawî
li gel Sûryayê hene û ew wan çêdike.
Di axaftinekê li gel kanala emerîkî
CNN de, Richard Perle eşkere kir ku Sûryayê rêya çûna
terorîstan bo Iraqê hesanî dike, "da ku ew emerîkiyan bikujin."
Wî got: "Pereyên iraqiyan li Sûryayê ne, lê Sûrya
wan nade xwediyên wan. Herweha ew bi kêmanî çekên kîmawî
çêdikin."
Li ser bangên Sûryayê yên di dema dawî de ji bo
xurtkirina têkiliyên di navbera wan û Emerîka de, Perle
got: "Ew ji dem ta demê keçekê ji emerîkiyan re davêjin,
lê kêm agahiyan didin an jî tiştine piçûk dikin
û hêvî dikin - wek ku di demên berê de pêk dihat -,
ku ew me ji armanca me ya sereke, ku em guhertineke rast di siyaseta wan de
pêk bîn, bi dûr xînin."
|
 |
 |