www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.01.2004 - 16:10


Pêşangeha "Azadiya rengan" a Reşad Yûsiv li Elmanyayê pêk tê


Reşad Yûsiv û 2 tabloyên wî
DORTMUND (amude.com) - Li jêr sernivîsa "Azadiya rengan", dezgeha kulturê ya bajarê Sulzbach li Elmanyayê dê pêşangeheke ji bo tabloyên hunermendê kurd Reşad Yûsiv pêk bîne. Ji bilî serokę şaredariya Sulzbachê Hans-Werner Zimmer, dê hin kesayetî û hunernasên elman beşdarî vekirina pêşangehê bibin. Pêşangeh 13.02an vedibe û 04.03.04an bi dawî tę. Yûsiv di 1969an de li Efrînê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bû û ji dawiya sala 1997an ve li Elmanyayê dijî.

Hunermend Reşad Yűsiv dê bi xwe roja yekşa 29.02an ji demjimêr 16.00-19.00 li cihê pêşangehê amade bibe.

Ji salên 1986an û ta niha, hunermend Reşad Yûsiv 2 pêşangeh li bajarên Helebê (1992) û Lebach (Elmanya, 1998) pêk anîne. Herweha ew beşdarî 14 pêşangehên din li gel hunermendên kurd û ereb li bajarên Heleb, Efrîn, Şam, Saarbrücken û Bonn ên elmanî bûye.

Yûsiv di 1969an de li Efrînê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bû. Di salên 1986 ta 1989an de, wî li Akadîmiya Hunerê li bajarê Helebê li Sûryayê xwendiye. Piştre ew di warê amadekirina dêkorên ji bo şanoyan xebitiye. Hin ji tabloyên wî cihê xwe li ser bergên kovar û pirtûkan girtine. Yûsiv Ji dawiya sala 1997an ve li Elmanyayê dijî.

Cihê pêşangehê: Salzbrunnen Haus, Auf der Schmelz, 66280 Sulzbach (Saar)
Dem: 13.02.2004 (vekirin: demjimêr 18.30) ta 04.03.2004an


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]