www.amude.com - navenda çanda kurdî


14.01.2004 - 17:54


Bêtirî 86% ji kurdên Başûr federalîzma bêyî Kerkukê napejirînin

DIHOK (amude.com) - Di rapirsekê de li başûrê Kurdistanê, 86,71% ji kurdan federalîzma bê Kerkukê napejirînin. 7,64% ji kesên ku pirs ji wan hate kirin, erêkirina xwe dan sîstemeke federal bo kurdan bêyî hebûna Kerkukê tê de, û 5,65% ji wan nerîna xwe eşkere nekirin. Rapirs ji aliyê Navenda Fikrî ve hate kirin.

Di rapirsê de, ev pirs "Nerîna te di federalîzma kurdî bêyî Kerkukê çi ye? Tu vê yekê dipejirînî?" ji 602 kesan hate kirin. Ji wan 522an "na" gotin û 46an "erê" bersivandin; 34an dengê xwe nedan.

Hêjayî gotinê ye, ku berî çend rojan kurdên Başûr lihevhatineke li gel ereb û emerîkiyan pêk anîn, ku desthilata wan a li wîlayetên Hewlêr, Dihok û Silêmanî garantî dike. Ji bo çareserkirina pirsa wîlayetên Kerkuk, Musil û Xaniqîn, dî di sala 2005 an 2006an de guftûgo bêne kirin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]