 |
 |
10.01.2004 - 01:12
Radyoya Navneteweyî ya Swêdê weşanên bi zimanê kurdî
dirêjtir kir
STOCKHOLM (amude.com) - Bi destpêka sala 2004an ve, weşanên
beşê kurdî yê radyoya Swêdê ya navneteweyî (Zayele)
nîv seetê dirêjtir bû. Bi vê yekê, radyoya
Zayele dê 4 caran di hefteyê de programên bi zimanê kurdî
biweşîne.
Li gorî statîstîkan, weşanên bi zimanê kurdî
di nav kanala navneteweyî ya eadyoya Swêdê de, yek ji bernameyên herî zêde
têne guhdarîkirin e. Li gorî agahdariyên Zayele, di vê demê
de gengeşiyeke pêk tê, ku di roja Newrozê de weşanên
kurdî li ser pêla kurt jî nîv seetê bên dirêjkirin.
Di radyoya Zayele de sê karmendên kurd programan amade û
pêşkêş dikin. Di destpêkê de,
Nasir Sîna ji rojhilatê Kurdistanê bi tenê
li wir kar dikir. Piştre Cemal Batun ji Bakur kete radyoyê.
Xanim Nefel Ebdilrehman ji başûrê Kurdistanê
ji destpêka vê salê ve beşdarî xebata
radyoyê bûye.
Niha radyoya navneteweyî ya Swêdê (SR International) di van deman de
bi zimanê kurdî weşanê dike:
Duşem: 10:30 (Skandînavya)
Çarşem: 10:30 (Skandînavya)
Şemî: 17:20 (Skandînavya), 22:45 (Stockholma mezin)
Yekşem: 17:00 (bi dema Grînitş UTC, li ser pêla kurt)
Ji bo agahdariyên zêdetir û têkiliya bi Zayele re:
tel: +46 (0) 8 7845934
Nasser Sîna: +46 (0) 73 9909704
Cemal Batun: +46 (0) 70 7721268
|
 |
 |