www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.06.2004 - 20:04

Rêjîma Suryayê doza rawestandina xebata partiyên kurdî dike

QAMIŞLO (rtr/amude.com) - Do, dezgeha muxaberatan a "Firaa Filestîn" li Şama paytext ji çar partiyên kurdî li Suryayê xwest, ku xebata xwe ya siyasî rawestînin. Herweha wan doz li partiyên kurdî kir, ku biçin Wezareta Karûbarên Civakî û li wê derê doza qeydkirinê bikin. Wezareta Karûbarên Civakî tenê berpirsyarê komeleyan e û ne ya partiyan. Di rojên bê de, ev doz dê ji partiyên din jî bête kirin. Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Fuad Elîko ragihand, ku serokatiya Partiya Baas biryara rawestandina xebata partiyên kurdî ya partiyetî û siyasî standiye. Ji ber tunebûna zagonekê bo hebûna partiyan li Suryayê, partiyên kurdî ne qeydkirî ne. Rêjîma Suryayê xebata wan a eşkere napejirîne, lê çavên xwe ji wan re digire. Eger rêjîm partiyan qedexe bike, ew dê bikevin lîsteya rêxistinên qedexekirî û îlegal. Li gorî zagonên Suryayê, endametiya rêxistinên îlegal bi kêmanî 2 sal zindan bi xwe re tîne. Partiyan eşkere kir, ku ew dê xebata xwe berdewam bikin.

Endamê Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Hesen Salih ragihand Malpera Amûdê, ku partî dê daxwaza rêjîmê ya rawestandina xebata partiyên kurdî pêk neynin û xebata xwe ya siyasî berdewam bikin. Hêjayî gotinê ye, ku rêjîma Suryayê tucarî derfet nedaye partiyên kurdî ku têkiliyan bi dezgehên wê yên siyasî re bike; ew tenê dihêle, ku dezgehên ewlekariyê bi kurdan re bidin û bistînin. Partiyên kurdî li Suryayê xebata xwe bi şêweyekî îlegal dikin; zagonên Suryayê hebûna wan napejirîne. Li Suryayê 13 partiyên kurdî hene.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]