www.amude.com - navenda çanda kurdî


01.03.2004 - 23:48


>> PENa Kurd
>> PENa Kurd: "Tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû"
>> Malpera PENa Kurd
>> Azadiya Welat
PENa Kurd Malpera Amûdê rexne dike

BREMEN (amude.com) - Piştî weşandina nûçeya Malpera Amûdê derbarî hevpeyvîneke endama komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî, Navenda PENa Kurd daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir û tê de dibêje, ku ew rêxistineke kurdî serbixwe ye, ne partiyeke siyasî ye û ne jî bi ti partiyên siyasî ve girêdayî ye. Lê ew li ser gotinên xanim Berwarî derbarî PKK ranaweste.

Di hejmara vê hefteyê ya "Azadiya Welat" de, endama komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî di hevpeyvînekê de dibêje, ku berî şoreşa PKKê gelê kurd mirî bû û berî PKKê ti şoreşê bandoreke weke ya PKKê nekir. Berwarî ji aliyê PENa Kurd ve ji bo beşdarbûna di civîna damezirandina şaxê bakurê Kurdistanê yê PENa kurd de hatibû şandin Amedê.

Di daxuyaniya xwe de, ya ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, PENa Kurd radigihîne, ku endamên wê "di her beşekî jiyanê de xwedî bîr û baweriyên serbixwe ne." Ew berdewam dike û dibêje, ku ew helwesta xwe ya fermî "tenê di rêya ragihandin û daxuyaniyên Komîteya Birêvebir a Giştî re dide xuya kirin." Xanim Hêvî Berwarî bi xwe jî endameke vê komîteyê ye û herweha berpirsiyara komîsiyona jinan a PENa Kurd e. Di hevpeyvîna xwe de, wê eşkere nekiribû, ku gotinên wê derbarî PKK û Abdullah Ocalan nerîna wê ya kesayetî û ne ya PENa Kurd e.

Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco ragihand Malpera Amûdê, ku gotinên endama PENê Hêvî Berwarî nerîna wê ya kesayetî ne û ne helwesta PENa Kurd e.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, PENa Kurd raya giştî agahdar dike, ku di rojnameya "Azadiya Welat" de "ne sernavek bi awayê ku di malpera Amûdê de hatiye weşandin heye", ne jî nîşana Navenda PENa Kurd bê destura wê hatiye weşandin. Ew bi vê yekê Malpera Amûdê rexne dike, ku wê sernivîsa nûçeya xwe ji ber xwe ve derxistiye û herweha nîşana PENa Kurd bi kar aniye, bêyî ku desturê jê bixwaze.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]