 |
 |
28.02.2004 - 02:04
PENa Kurd: "Tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû"
AMED (amude.com) - Endama Komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî
ragihand, ku bi şoreşa PKKê, ya ku berî
30 salan dest pê kir, gelê kurd ji dayik bû.
Wê di hevpeyvîneke de bi heftenameya "Azadiya Welat" re
got, ku berî PKKê ti şoreşê
bandoreke weke ya PKKê nekir. Berwarî
di 07ê vê mehê de ji aliyê PENa
Kurd ve ji bo beşdarbûna di civîna damezirandina
şaxê bakurê Kurdistanê yê PENa kurd de hatibû şandin
Amedê. Di komîteya PENa Kurd de, Berwarî
berpirsiyara komîsiyona jinan e.
Di hejmara "Azadiya Welat" ya ku îroj li Amedê
derdikeve û ji doh de di malpera wê ya internêtê
de hatiye weşandin de, Hêvî Berwarî pirsa
rojanmeyê "Leyla Zana yek ji têkoşerên têkoşîna kurdî ye.
Serokê vê têkoşîna ku ev 30 sal e tê meşandin, birêz Abdullah
Ocalan jî niha di girtîgehê de di bin tecrîda giran de ye.
Ew bi xwe jî rewşenbîr e û gelek girîngiyê dide
rewşenbîr û nivîskarên têkoşer, jinên têkoşer.
Hûn li ser vê çi dibêjin?" bi vî şêweyî dipersivîne:
"Di nav me de pir şoreş hatine kirin, li Başûr jî, li Bakur jî
berî vê şoreşê. Li Başûr jî pir hatin kirin. Lê me dît, yekê ji
wan jî wekî vê şoreşê bandor nekir. Ez dibêjim, ev şoreşa
li Bakur ku di pêşengiya birêz Abdullah Ocalan de dest
pê kir, ev nêzîkî sedeyekê bû bandoreke taybet li kurdan
kiriye. Berî wê, gelê kurd hemû mirî bû. Hatina wî goristanek
giş hişyar kir. Ji mirinê rakirin. Pir şoreş hene, di nav
gel de nîn in, ne bi gel re bûn, kesên feqîr, çînên navincî
ew tevî şoreşan dibûn. Lê sermayedar, zengîn, axa tevlî
wan nedibûn. Lê dema em li vê şoreşa Bakur dinêrin, li
ser bingeheke wisa hatiye avakirin, ku hemû çînên civakê
li gel xwe digire. Ji olî, ji feodaliyê, ji zengîn û sermayedaran,
hemû çîn bi vê şoreşê hişyar bûne, tu sînor
nehiştine.
Ji aliyekî din ve jî, tiştê ku birêz Ocalan kiriye, ji bo rola
jinê, ez dibêjim di cîhanê de tiştekî wisa nehatiye kirin.
Wî da fêmkirin ku jin beriya bibe jin, jin mirov e. Wekî
zilam xwedî her tiştî ye, xwedî şiyan e, xwedî bîr û bawerî
ye, xwedî hest e. Wî bingeheke wisa danî.
Nimûneyên me jî ji bo vê pir in, mîna Zîlanê, mîna Bêrîtanê,
Bêrîvanê, mîna Zekiye Alkanê, ya ku di Newrozê de
agir berda canê xwe. Ev ne tiştekî hindik e. Jin bi hemû
warên xwe, bîr û bawerî, kulturî, çandî û fikrî ve hişyar
bûye. Ev hişyarkirina ku birêz Ocalan ji bo vî gelî kiriye,
tiştekî pir mezin e, ev bi serê xwe şoreşek e.
Di pir partiyan de heye, dibêjin jin serbest e, di saziyan de
kar dike û hwd. Lê ev tenê bi gotin bûn, di praktîkê de
tunebû. Lê niha em dibînin, jin di komîteyan de ne, em
dibînin ku civînan bi rê ve dibin, di serokatiyê de ne, em
dibînin partiyan bi rê ve dibin. Ji biçûkatiya xwe ve em di
nav partiyên kurdî de mezin bûne, lê ev tişt me nedîtine,
tenê bi gotin hebûn.
Ez dixwazim tiştekî din jî li ser zêde bikim. Birêz Ocalan bi
tenê ne bi gotin serok e, li ser jinê pir nirxandin kirine.
Me xwendine. Wan nivîsan jî ji bo jinê pir hêzek, baweriyek,
quwetek çêkiriye. Parêznameya wî ya dawiyê bi
taybetî "Ji şaristaniya Demokratîk…" piştî ku min ew
xwend jî, di destpêkê de tesîr li min kir. Çawa ji bingeha
jiyanê dest pê kiriye. Di dema neolîtîk de her tiştî bi jinê
dest pê kiriye. Jin xwedawend bû, zilam mîna zarokekî
girêdayî jinê bû. Mebesta birêz Ocalan di vir de ew e, ku
jin careke din li xwe xwedî derkeve, careke din li
xwedawendîtiya xwe xwedî derkeve."
PENa Kurd di sala 1990î de ji aliyê Huseyin
Erdem ve hate damezirandin û ew niha endama PENa
Navneteweyî ye.
|
 |
 |