www.amude.com - navenda çanda kurdî


08.03.2004 - 15:59


>> Sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian
>> Hêvî Berwarî ji neçariyê êrîşê dike
>> Bayram Ayaz: "Mirî nikarin rabin ser piya, hurme!"
>> Selwa Gulî: Endama Komîteya PENa Kurd bitenê xebata Ocalanî bi başî li qelem didit!!?
>> PENa Kurd: "Tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû"
>> PENa Kurd Malpera Amûdê rexne dike
>> Hevpeyvîna bi Hêvî Berwarî re (pdf)
>> Malpera PENa Kurd
PENa Kurd xwe armanca kampaniyayekê dibîne

BREMEN (amude.com) - Li jêr navê "Kampanyayê amude.com li dijê PENa Kurd" cihgirê serokê PENa Kurd Mistefa Reşîd îroj nameyeke sekreterê Navenda PENa Kurd Dr. Zorab Aloian di rêya emailan re belav kir. Aloian diyar dike, ku Malpera Amûdê "kampaniyayekê li dijî PENa Kurd" bi rê ve dibe. Malpera Amûdê ji Aloian pirsî, bê ev "kampaniya" bi çi şêweyî tê kirin û ka nîşanên vê yekê çi ne. Dr. Zorab Aloian nexwest bersivê bide û got: "Yê zane, zane; yê nizane, baqê nîskan".

Di destpêka nameya xwe ya "ji bo kesên ku kampaniya li dijî PENa Kurd bi rê ve dibin" de, sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian dibêje, ku ji ber "kar û barên Malpera Amûdê kêmtir bûne", ew "çîrokan diafirîne" û "bi dilgermiyeke, ku dijminan jî dikare bide şermê, êrîş û pelamaran diavêje ser Navenda PENa Kurd". Aloian radigihîne, ku ev name bersiva wî ya kesayetî ye û îşê saziya wê pê tune. Herweha wî nameya xwe bi navê "Sekreterê Navenda PENa Kurd" imze kiriye.

"Yê zane, zane; yê nizane, baqê nîskan"

Piştî wergirtina vê nameyê, Malpera Amûdê di rêya telefonê re ji Dr. Zorab Aloian agahiyên berfirehtir derbarî vê "kampaniyayê" xwest, lê Aloian eşkere kir, ku wî hertişt nivîsandiye û ew pêwîstiya bersivine din nabîne. Wî berdewam kir û got: "Yê zane, zane; yê nizane, baqê nîskan".

Dr. Zorab Aloian di nameya xwe de diyar dike, ku ji ber endamên Komîteya Birêvebir a PENa Kurd "bi xebata giring ve mijûl dibin" û amadekariya xwe ji bo çend çalakyên neteweyî û navneteweyî dikin, ew li hember "kampaniyaya Malpera Amûdê bêdeng" in. Ew berdewam dike û dibêje, ku PENa Kurd xebata xwe bê "alîkariya aborî û manewî û li ser hesabê endamên Komîteya Birêvebir" dike. Herweha ew dibêje, ku "ji ber endamên PENa Kurd endametiya xwe bi rêk û pêk nadin", ew deyndarên PENa Navneteweyî ne.

Di dawiya nameyê de, Dr. Zorab Aloian piştrast dike, ku ti kes ji endamên Komîteya Birêvebir a PENa Kurd ne endamê ti partiyeke kurdî û ne kurdî ye. Ew nameya xwe bi bangekê bi dawî tîne û dibêje: "Êş û kompleksên xwe nevêjine ser saziyeke kurd, a ku qenc-xerab rola xwe ya navneteweyî dilîze."

Malpera Amûdê li vê derê nameya sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian wek ku jê re hatiye şandin û herweha di malpera PENa Kurd de hatiye weşandin, diweşîne:

* * * * *

Ji bo kesên ku kampaniya li dijî PENa Kurd birêve dibin

Dr. Zorab Aloian

Birêzan!
Ji ber ku hemû pirsgirêkên gelê Kurd çareser bûne û em bûne xwedîdewlet, wisa xuya ye, ku kar û barên malpera Amude kêmtir bûne. Ji ber vê yekê ev malper carinan "story" ji bona xwendevanan diafirîne. Ev êdî heftêyek e, ku ew bi dilgermiyeke, ku dijminan jî dikare bide şermê, êrîş û pelamaran diavêje ser Navenda PENa Kurd.

Ez wek Sekreterê Navenda PENa Kurd dixwazim bersiveke kesanî (ne ji hêla saziya xwe) bidim vê kampaniyayê.

Berî her tiştî ez nêrînên cuda û rexneyên dost û dijminan (rexneyên dostan ji bo başkirinê ne, yên dijminan jî ji bo rûxandinê ne) wek beşeke jiyanê dibînim. Xema min ne rexne, ne jî gotarên tijî kîn û neyartî ne. Lê divêt were zanîn, ku bêdengiya Navenda PENa Kurd li himber vê kampaniyayê sedemeke xwe heye. Sedem ev e, ku endamên Komîteya Birêvebir bi xebata giring ve mijûl dibin û xweparêziya wan li himber Amude yek ji van xebatên giring nîne.

Bi destûra We, ezê ji xebatên giring- ji bilî kar û barên hundirîn - tenê van amadekariyên Navenda PENa Kurd bi nav bikim:

- Ji bo beşdarbûna di civîna Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de li Sloveniyayê (Gulana 2004an);
- Ji bo Civîna Komîteya Parastina Zimên li Makedoniyayê (Hezîrana 2004an);
- Ji bo 3-4 civînên wêjeyî yên îsal (em civînên wisa hersal derbas dikin, di kîjana de heta niha bi dehan nivîskarên me ji Ewropa û welêt amade bûn);
- Ji bo Kongreya PENa Navneteweyî li Norwêc (Payîza 2004an);
- Ji bo vekirina beşên PENa Kurd li parçeyên welatê me;
- Ji bo Konferansa Navneteweyî li Amedê (sala 2005an).

Ji bilî van bûyeran, yên ku pêdiviya xebateke bi şev û roj in, Navenda PENa Kurd malpera xwe geş dike, danûstandinan bi Şaxa Amedê re xurt dike, civînên wêjeyî digel xwendekarên Kurd li Almaniyayê pêk tîne û pêwendiyên rojane bi rewşenbîrên Kurd û biyanî re ava dike. Du mînak ji gotina min e dawî:

1) Navenda PENa Kurd bi kovareke jinan ji Rojhilat ketiye têkiliyan;
2) Navenda PENa Kurd bersiva pêşniyazên PENên din (mîna PENa Venezuela, PENa Misir) dide.

Gerek e bê destnîşankirin, ku ev xebat bê alîkariya aborî û manewî û li ser hesabê endamên Komîteya Birêvebir tê kirin. Ji ber ku endamên PENa Kurd endametiya xwe bi rêk û pêk nadin, em hên jî deyndarên PENa Navneteweyî ne.

Gava malpera Amude bi şêweyekî Tabloid (rojnameyên zer) nûçeya pêşê çap kir, Navenda PENa Kurd li hev civiya û daxuyaniyeke fermî belav kir. Armanca me eşkerekirina prensîpên Navenda PENa Kurd bû, ne polemîkeke bê wate bû. Di derheqa gotarên neşîrîn de, yên ku di van rojan de hatine weşandin, ez dixwazim hinde tiştan zelal bikim û piştre dev ji hemû danûstandinên digel malpera Amude berdim:

Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd sala par bi çavdêriya mêvanên payebilind ji PENa Navneteweyî hatibû hilbijartin. Ev hilbijartin di Kongreya me ya Berlînê de bi beşdarbûna endaman (hinde ji hêzên curbicur, hinde jî azad in) û bi awayekî demokratîk pêk hatibû (xwîşka Selwa Gulî bi xwe li wir amade bû û wê pereyên endametiya xwe li wê derê dan).

Eger Hûn navên me yeko-yeko di ber çavan re derbas bikin, Hûnê bibînin, ku di nav me de endamên PKK-Kongra Gel, PDK, YNK yan PSK nînin. Tukes ji me ne endamê partiyeke Kurd yan ne-Kurd e. Em di warê rewşenbîriyê de nûnertiya serboriya cihêreng û navneteweyî û welatparêziya fireh dikin. Fermo, endamên Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd ev in:

Dr. Zerdeşt Haco (serok), Mistefa Reşîd (cihgirê serok), Dr. Zorab Aloian (sekreter), Hêvî Berwarî û Younus Bahram. Herweha du endamên cihgir jî hene: Şêrîn Perwer û Kakşar Oremar. Meriv li vê lîsteyê mêze bike, ancax şerma xwe veşêre û bibêje, ku Navenda PENa Kurd layendarê partiyekê ye!

Hevpeyvîna xwîşka Hêvî Berwarî digel Azadiya Welat ne bi dilê Amude be jî, cih girtiye. Wê bîr û boçûnên xwe yên şexsî anîne zimên. Ew di gotinên xwe de xwe nespartibû saziyên, di kîjanan de ew çalakdar e: Navenda PENa Kurd, Înstîtuta Kurdî li Berlîn yan Dengê Amerîkayê. Rast e, Navenda PENa Kurd xwîşka Hêvî şandibû Amedê û wê di peyama xwe ya Amedê de di nav çarçoveya armancên PENa Kurd de mabû.. Her weha rast e, ku mafê xwîşka Hêvî yê sirûştî heye, ku ew li derveyî xebata fermî dîtinên xwe yên civakî, wêjeyî û ramyarî bi xelkê re parve bike. Her yek ji We serbest e, dîroka PKK li gor hizirên xwe binirxîne. Lê di Rêya Xwedê, êş û kompleksên xwe nevêjine ser saziyeke Kurd, ya ku qenc-xerab rista (rola) xwe ya navneteweyî dilîze. Eger rexneyên avaker (konstruktîv) û alîkarî ji We bên - li ser çavan û li ser seran!

Dr. Zorab Aloian
Sekreterê Navenda PENa Kurd
Bremen, Almaniya, 7.03.2004



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]