www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.03.2004 - 01:07


>> Serokê Komeleya PENa Kurd li Amedê Edîp Polat
>> Malpera PENa Kurd
Peyva "Kurd" ji PENa Kurd re bû asteng

AMED (amude.com) - Ji ber ku peyva "kurd" di navê wê de peyda dibe, beşê komeleyan ê Dezgeha Ewlekariyê li Amedê damezirandina komeleya PENa Kurd a li Amedê nepejirand, weha heftenameya kurdî "Azadiya Welat" di malpera xwe de radigihîne. Serokê komeleya PENa Kurd Edîp Polat daxuyand, ku ew ê di riya hiqûqê re li mafê xwe bigerin û eger pêwîst be, ew dê vê dozê bibin ta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Doh piştî nîvro, serokê Komeleya PENa Kurd Edîp Polat, sekretêrê wê Samî Tan, endamên damezirêner Sedat Yurtdas û Yildiz Çakar serî dan beşê komeleyan ê Dezgeha Ewlekariyê li Amedê, da ku belgeya pejirandina komeleya wan bi dest xînin. Di belgeya nepejirandina qeydkirina komeleyê de wiha hatiye nivîsandin: "Di xala 5an a zagonên komeleyan a bi jimara 2908an de, komeleyên ku avakirina wan qedexe ye, hatine diyarkirin. Li gorî vê xalê, kes nikare li ser bingeha cudatiya herêmî, nijadî, olî û mezhebî kêmayetiyan biafirîne. Li gorî vê yekê, peyva kurd di navê komeleya we de cih girtiye. Ev yek bi awayekî vekirî li dijî vê xalê ye û komeleya we di nava komeleyên ku avakirina wan qedexekirî de cih digire. Ji ber vê yekê jî, avakirina komeleya we ne mûmkin e. Lewre jî em nikarin belgeya pejirandinê bidin we."

Hêjayî gotinê ye, ku di 07ê meha borî de, li Amedê şaxê Amedê yê Navenda PENa Kurd hate damezirandin. PENa Kurd di sala 1990î de ji aliyê Huseyin Erdem ve hate damezirandin û endama PENa Navneteweyî ye. Navenda PENa Kurd li Elmanyayê bi cih e.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]