 |
 |
15.06.2004 - 23:52
Partiyên kurdî li Suryayê guh nadin rêjîmê
û xebata xwe berdewam dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Partiyên kurdî li Suryayê
li hev civiyan û biryara berdewamiya xebata xwe ya siyasî
ya partiyetî da. Partiyan eşkere kir, ku ev yek
"mafê tevgera kurdî li Suryayê yê sirûştî
û neteweyî ye." Wan diyar kir, ku ew "nûnerên bêtirî
1,5 milyon kurdên li Suryayê" ne û ev yek
rewabûnekê dide hebûn û xebata wan. Di destpêka vê
mehê de, rêjîma Suryayê ji partiyên kurdî
xwest, ku xebata xwe ya siyasî rawestînin û xwe weke
komeleyên çandî qeyd bikin. Destûra Suryayê
ji bilî Partiya Baas a rêjîmê, hebûna ti
partiyên din napejirîne.
Di daxuyaniyekê de bi zimanê erebî, ku ji Malpera Amûdê re hate
şandin, tevaya partiyên kurdî li Suryayê radigihînin, ku
ew li hev civiyane û bi hev re biryar standine, ku xebata xwe ya siyasî
ranewestînin û guh nedin daxwazên rêjîmê.
Partiyan eşkere kir, ku siyaseteke awarte, ya ku hemî peyman û
lihevhatinên navneteweyî binpê dike, li dijî gelê kurd
li Suryayê tê bikaranîn. Partî dixwazin "bi xebata
xwe siyasî ya aştiyane û bi taybetî di
guftûgoyên li gel rêjîmê û hêzên
siyasî de çareseriyene rewa" bo doza gelê
kurd bi dest xîne.
Partiyên kurdî berdewam dikin û dibêjin, ku ji dema
damezirandina wan û ta roja îroj, wan "ti têkilî
bi ti aliyene biyanî re" pêk neanîne. Ew diyar dikin,
ku daxwaza rawestandina xebata wan a siyasî ji aliyê rêjîmê
ve, bi gotinên serok Beşar el-Esed re, ku neteweya kurdî
beşeke bingehîn e ji dîroka Suryayê, li hev nakin.
Herweha partiyan eşkere kir, ku eger rêjîm li ser a xwe
bimîne û bixwaze xebata partiyan a siyasî rawestîne,
ev yek dê "ziyanê bigihîne yekîtiya neteweyî
û eniya hundirîn" û dê bihêle ku "beşek
mezin ji gelê surî", yê ku ev partî
nûnerîtiya wî dike, ji civakê bête veqetandin.
Li Suryayê 14 partiyên kurdî hene. Li gel ku
xebata wan qedexe ye, lê ta niha rêjîmê
çavên xwe girtine û dihêle
ku partî xebata xwe bikin, lê bi şêweyekî
dijwar.
|
 |
 |