www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.02.2004 - 21:10

Osman Ocalan dev ji partiya xwe berdaye yan na?


Osman Ocalan (serxwebun.com)
>> www.nasname.com
>> www.kongra-gel.org
STENBOL/DORTMUND (dîha/amude.com) - Serokê Kongra-Gel Zubeyir Aydar ragihand, ku Osman Ocalan, Nîzamettîn Taş, Kanî Yilmaz û 100 kesên din dev ji Kongra-Gel bernedane. Aydar got, ku "çend kes ji bo ku li derveyî endametiyê tevgeriyane", dê biçin pêşiya lijneya dîsîplînê. Lê wî diyar nekir bê ev kes kî ne û wan çi kiriye. Malpera "nasname.com" berî çend rojan ragihand, ku Osman Ocalan û çend kesên din dev ji Kongra-Gel berdane.

Di daxuyaniyekê de bi zimanê tirkî, ku di "nasname.com" de hatiye weşandin, Osman Ocalan û hevalên wî eşkere dikin, ku ew ji Kongra-Gel veneqetiyane û neçûne xwe teslîmî emerîkiyan nekirine. Rojnameya erebî "el-Hayat" di hejmara xwe ya îroj de nûçeyek weşandiye û tê de xweteslîmkirina Ocalanî ji bo emerîkiyan piştrast dike.

Malpera Amûdê îroj çend caran telefonî berpirsê malpera "nasname.com" Şükrü Gülmüş kir, da ku agahiyên berfirh derbarî daxuyaniyên Osman Ocalanî peyda bike. Lê Gülmüş ne li malê bû û ne jî bêrîkfona wî vekirî bû.

Zubeyir Aydar di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) re eşkere kir, ku belavkirina nûçeyên weha "tevlihevkirina serê mirovan" e. Wî got: "Mebesta van nûçeyan berhevdayîna me ye û navenda van nûçeyan jî navenda şerê derûnî ye."

Nêzîk li Tirkiyeyê dê hilbijartinên herêmî pêk werin. Di nav DEHAPê de, ku rêxistineke Kongra-Gel tê hesibandin, problêm çêbûne û hin siyasetvanan xwe jê veqetandine û dê wekî kesên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Şaredarê Amedê Ferîdun Çelik berî çend rojan veqetandina xwe ji DEHAPê daxuyand û eşkere kir, ku ew ê wekî berendamekêi serbixwe beşdarî hilbijartinên di 28ê adarê de bibe. Piştî vê yekê, DEHAPê Çelik û çend kesên din ji partiyê avêtin û dest bi kampanyayeke êrîşê li dijî wan kiriye.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]