 |
 |
20.04.2004 - 11:09
Li Berlînê dê perdeya li
ser tabloyeke bibîranîna şehîdên kurd bête rakirin

Xwaringeha Mykonos di 17.09.1992an de (dpa)

Siyasetvanên kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin kuştin
(alefbe.com)
|
BERLÎN (amude.com) - Îroj li Berlîna paytext,
dê perde li ser tabloya bibîranîna herçar
şehîdên kurd endamên Partiya Demoqrat
a Kurdistanê (Îran), Dr. Sadiq Şerefkendî
Fetah Ebdulî, Homayun Erdelan û Nurî Dehkurdî,
yên ku di 17.09.1992an de di xwaringeha Mykonos de ji aliyê
ajanên rêjîma Îranê ve hatin kuştin,
bête rakirin. Hikumeta Îranê çend caran hewil da,
ku nehêle ev yek pêk were, lê elmanan li wan guhdarî
nekir. Li ser tabloyê hatiye nivîsandin, ku ew 4 kurd
ji aliyê desthilatdarên Îranê yên
wê demê ve hatibûn kuştin. Perdeya li ser
tabloyê dê demjimêr 17.00e li taxa Berlînê
Charlottenburg-Wilmersdorf bi beşdarbûna bi sedan
ji kurdan bête rakirin.
Tabloya bibîranîna "şehîdên Mykonosê"
ji aliyê jin dezgehên kurd û elman ve hatiye
fînansekirin. Komelgeha Kurdên ji Suryayê
li Berlîn/Brandenburg û herweha
Rêxistina Pijîşkên Kurd li Elmanyayê
beşek mezin ji alîkariyê da, da ku ev tablo
bête amadekirin. Mezinbûna tabloyê
50 x 70 sentîmitir e û dê li
pêşiya "Haus Prager Straße 2a" bête
daliqandin.
Hikuemta Îranê gelek caran ev tablo
bi şêweyekî fermî protesto kir
û ji berpirsiyarên Berlînê xwest, ku
li dijî sazkirina tabloyê bixebite û nehêle,
ku ew tablo pêk were. Lê siyasetvanên Berlînê
diyar kir, ku ew nikarin nehêlin ku tablo bête sazkirin
û bersiveke nerênî da îraniyan.
Di 17.09.1992an de, du terorîstên îranî
û duduyên libnanî Sekretêrê
Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdistanê - Îran (PDKÎ)
Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî (endamê Komîteya
Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina partiyê
ya Ewropa), Homayun Erdelan (Berpirsê PDKÎ li Elmanya) û
Nurî Dehkurdî di xwaringeha bi navê Mykonos de li bajarê Berlînê kuştin.
Yek ji kujerên îranî karîbû bireve Îranê û nehate girtin.
Yê din (Kazem Darabî) û herduyên libnanî Mihemed Etrîs
û Ebbas Rhayel, ku bi xwe endamên Hizbullah in, ji aliyê
polîsên elman ve hatin girtin.
Di 10ê nîsana 1997an de, Dadgeha Berlînê diyar kir ku
rêjîma Îranê biryara kuştina siyasetvanên
kurd standibû û destûra vê yekê dabû.
Dadgehê biryar stand, ku kujerê îranî Darabî û yê
libnanî Rhayel ta ku sax bin di zindanê de bimînin.
Kujerê libnanî yê din 5 sal zindan stand. Ew niha serbest e.
Malpera Amûdê nivîsa li ser tabloyê wergerand kurdiyê
û wê ligel a orîjînal bi zimanê elmanî
diweşîne:
|
Tabloya bibîranîna goriyên kuştara Mykonos |
|
Li vî ciyî di xwaringeha Mykonos
a berê de, roja 17.09.1992an nûnerên
serkêşên Partiya Demoqrat a Kurdistanê
(Îran)
Dr. Sadiq Şerefkendî
Fetah Ebdulî
Homayun Erdelan
ligel siyasetvanê nişteciyê Berlînê
Nurî Dehkurdî
ji aliyê desthilatdarên Îranê yên
wê demê ve hatin kuştin.
Wan jiyana xwe di xebata bo azadiyê û
mafên mirovan de ji dest da.
|
Nivîsa orîjînal bi zimanê elmanî:
|
An diesem Ort im ehemaligen Restaurant Mykonos
wurden am 17. September 1992
die führenden Vertreter der Demokratischen Partei Kurdistans (Iran)
Dr. Sadegh Sharafkandi
Fattah Abdoli
Homayoun Ardalan
Zusammen mit dem in Berlin lebenden Politiker
Nouri Dehkordi
ermordet durch die damaligen Machthaber im Iran.
Sie starben im Kampf für Freiheit und Menschenrechte.
|
|
|
 |
 |