 |
 |
21.05.2004 - 22:27
Mistefa Tlas: "Em ê nasnameyê bidin 20.000 kurdan
û yên din ne surî ne, ew ji Iraq û Tirkiyeyê
hatine Suryayê"

Mistefa Tlas
|
DORTMUND (amude.com) - Wezîrê Suryayê yê Parastinê
yê berê Mistefa Tlas eşkere kir, ku rêjîma Suryayê
dê nasnameya surî bide 20.000 kurdên bê nasname. Tlas
ragihand, ku ew "20.000 kurd bi rastî jî surî ne, lê nehatine
qeydkirin." Di hevpeyvînekê li gel rojnameya erebî
el-Heyat de, Tlas got, ku li Suryayê kurd mîna
ereban in û ti cudahî di navbera ereb û kurdan
de tune. Destura Suryayê neteweyeke din ji bilî ya
erebî nas nake. Li Suryayê dora 250.000 kurdên bê nasnameya
surî hene. Li gorî Tlas, tenê 20.000 ji wan surî ne,
yên din "ji Iraq û Tirkiyeyê çûne Suryayê".
Di hejmara xwe îroj de, rojnameya el-Heyat hevpeyvîneke
berfireh li gel Mistefa Tlas weşand. Di vê hevpeyvînê
de, Tlas li ser kurdan got: "Em li kurdan wek beşek ji nesîcê
Suryayê dinerin. Danûstandina me bi kêmneteweyan re
wek a bi hemwelatiyên din re ye. Li cem me ti cudahî di navbera
mirovê ereb û yê kurd de tune. Ew kurdê ku di bi me re dijî,
bûye yek ji me. Ji ber vê yekê, em ne bi wê nerînê
li vê problêmê dinerin wek ku yên din lê dinerin.
Komek ji kurdan heye, ew surî ne û ji wergirtina nasnameyê
ji mafê wan e. Serok Beşar soz da wan, ku nasnameyê bide wan."
"Ji Iraq û Tirkiyeyê bi dehhezaran
hatin cem me"
Li ser pirsa bê hejmara kurdên bê nasname, Tlas bersiv da
û got: "Dora bîst hezar. Serok soz da wan, ku nasnameyê bide wan,
ji ber ew bi rastî jî surî ne, lê nehatine qeydkirin."
Tlas berdewam kir û got: "Ji Iraq û Tirkiyeyê bi dehhezaran
hatin cem me. Em nikarin xwedî li vî tiştî derkevin.
Me eşkere ji wan re got: Yê surî nasnameyê distîne;
yê ne surî nastîne."
Berî çend rojan, serokê Suryayê
Beşar el-Esed li hebûna neteweya kurd li Suryayê
mukir hat. Wî eşkere kir, ku kurd beşeke bingehîn ji
dîroka Suryayê ne. Herweha wî diyar kir, ku Suryayê dê
di demeke nêzîk de nasnameya surî bide
kurdên bê nasname. Di sala 1962an de, rêjîma
Suryayê nasnameya surî ji dora 150.000 kurdî stand
û ew bê ti maf hiştin. Îroj dora 250.000
kurd "biyanî" ne û ji hejmareke mezin ji mafan
bêpar in.
|
 |
 |