www.amude.com - navenda çanda kurdî


22.07.2004 - 23:36

Çarenûsa xwendekarê kurd Mesud Hamid ne diyar e


>> Mesud Hamid

>> Ebdilrehman Şaxurî


>> Wêneyên Mesûd Hamid ên meşa zarokên kurd li Şamê

>> "Reporters Sans Frontièrs" doza serbestberdana Mesud Hamid dike

>> "Reporters Sans Frontièrs" (Raporvanên bê sînor)
ŞAM/PARÎS (amude.com) - Xwendekarê rojnamevaniyê yê kurd Mesud Hamid (29) dê 25ê vê mehê li Şamê bête dadgehkirin. Ji ber kişandina wêneyên xwepêşandaneke kurdan li Şamê û belavkirina wan di internêtê de, Hamid di 24.07.2003an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yê Suryayê ve hate girtin û zindankirin. Rêxistina "Raportvanên Bê Sînor" îroj carake din ji serokê Suryayê Beşar el-Esed doza serbestberdana Mesud Hamid kir. "Amnesty International" jî berî demekê girtina Hamid şermezar kir û dadgehkirina wî "ne dadmend" bi nav kir. Mesud Hamid bitenê di zindana Adra de dimîne û rastî işkenceyine dijwar tê.

Di 24.07.2003an de, Mesud Hamid li Zanîngeha Şamê ezmûnên xwe yên di beşê rojnamevaniyê de dida. Ji nişkê ve hêzên ewlekariyê êrîşî salona ezmûnan kir û Hamid girt û ew bi destine girêdayî di tevaya zanîngehê de gerand, da ku herkes wî di wê rewşê de bibîne. Xwendekarê kurd berî girtina xwe bi mehekê, di 25.06an de, wêneyên xwepêşandana zarokên kurd li Şama paytext kişandibûn û ew ji malperên kurdî re şandin. Malpera Amûdê jî ev wêne wergirtin û weşandin. Wêneyên Hamid li herderê belav bûn û herkesî dikarîbû bibîne, bê rêjîma Suryayê çawa pêşwaziya zarokan û dê û bavên wan kir. Ev yekemîn car bû, ku wêneyên xwepêşandaneke li Suryayê li seranserî cîhanê belav bûn. Mesud Hamid ev yek kir.

Rêxistina "Raportvanên Bê Sînor" (RBS) di çend daxuyanî û nameyên bo serokê Suryayê Beşar el-Esed de, bala raya giştî kişand ser doza Mesud Hamid. Îroj, piştî salekê ji girtina Hamid, RBF careke din nameyek ji el-Esed re şand û tê de doza serbestberdana Mesud Hamid û girtiyên din ên surî, yên ku ji ber bikaranîna wan ji internêtê re, kir. Di 20ê meha borî de, Dadgeha Ewlekariya Dewletê 2,5 zindan li hemwelatiyê surî Ebdilrehman Şaxurî (31) birî. Şaxurî hate tawanbarkirin, ku wî "derewên ku wêneyê dewletê xerab kiriye û ewlekariya wê xistiye xeterê, di internêtê de belav kirine." Şaxurî hatibû girtin, ji ber wî nûçeyên malpera (www.thisissyria.net) di rêya emailê re wergirtibûn. Ev malper li Suryayê qedexekirî ye. Malperên kurdî amude.com û qamislo.com jî ji aliyê rêjîma Suryayê ve hatine qedexekirin.

Parêzerê Mesud Hamid ragihand Malpera Amûdê, ku Mesud Hamid rastî işkenceyine giyanî û li dijî canê wî tê. Tenê herdu mehan carekê, yek ji malbata wî dikare biçe zindanê û serdana wî bike. Hamid bitenê di zindaneke teng de ye. Ne diyar e, bê dadgeh dê çi biryarê dermafê Hamid bistîne.

Malpera Amûdê nameya "Raportvanên Bê Sînor" bo serok Beşar el-Esed a bi zimanê ingilîzî diweşîne:

------------------------------------------------------

Syria
22 July 2004

Plea to President Bashar al-Assad to pardon five jailed Internet users

Reporters Without Borders called today on Syrian President Bashar al-Assad to release five imprisoned cyber-dissidents, including Massud Hamid (picture), a 29-year-old Kurdish journalism student due to appear before the supreme state security court on 25 July accused of "belonging to an illegal organisation."

Hamid was arrested on 24 July last year at Damascus University and has since been held in solitary confinement at nearby Adra prison. The court is a military body whose rulings cannot be appealed.

Reporters Without Borders urged Assad to pardon the five, some of whom have been held for nearly two years, in the wake of the pardon he recently granted to about 100 Kurds, including several political prisoners.

Hamid was picked up a month after photos of a peaceful Kurdish demonstration in front of UNICEF's offices in Damascus in June last year were posted on the website : www.amude.com.

He has recently been allowed visits from his lawyer and relatives once every two months. He has been in solitary confinement for a year, is reportedly in bad psychological shape and according to Amnesty International has been ill-treated.

The German-based website www.amude.com deals mainly with Kurdish culture and identity and says it gets up to 5,000 visitors a day.

Another cyber-dissident, Abdel Rahman Shaguri, 31, was given a two-and-a-half-year prison sentence on 20 June by the supreme state security court for "publishing lies" online that "harm the image and national security" of Syria. He was arrested by intelligence officials on 23 February last year for e-mailing a copy of a newsletter from the banned website www.thisissyria.net. He is in Saidnaya prison, near Damascus, where he has reportedly been tortured.

The Damascus-based Syrian Human Rights Association says three other cyber-dissidents may appear at the 25 July court hearing - brothers Mohammed and Haytham Quteish, and Yahia Al-Aws, all accused of "sending false news abroad" to a UAE-based news website. Aws, 31, was reportedly arrested on 12 September last year and is in prison in Saidnaya.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]