www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.07.2004 - 00:55


>> Brîna Mesudî

>> Brîna Mesudî

>> Brîna Mesudî
An alîkarî û operasyon, an lîng tê jêkirin

FREIBURG (amude.com) - Mesud ciwanekî kurd ê 21 salî ye. Ew ji wan kesan e, yên ku di serhildana kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê de ji aliyê hêzên rêjîma Suryayê ve hatin brîndarkirin. Brîna Mesud gelekî dijwar e. Ew bi fîşekên qedexekirî di lingên wî de hate brîndarkirin. Hin rehên lingên wî têkçûne. Ji ber vê yekê, bavê wî ew aniye Elmanyayê, da ku pisporên elman wî derman bikin. Dibe ku operasyon bi ser nekeve û lingek Mesud bête jêkirin. Ji ber mayîna wî ya li nexweşxaneyê û herweha pereyên operasyonê bi hezaran Euro dikin, rêxistineke olî ya elmanî kontoyek li bankekê jê re vekir. Pêwîstiya Mesudî bi alîkariyê heye.

Di bûyerên serhildana kurdên Binxetê de, rêjîma Suryayê bi dehan kurd kuştin û bi sedan brîndar kir; birînên gelekan ji wan pir dijwar in.
Yek ji wan brîndaran Mesud e. Hêzên rêjîmê fîşekên qedexekirî avêtin herdu lingên Mesudî. Ev fîşek netenê dikevin hundirê mirovî, lê herweha di hundir de diteqin, da ku ziyaneke mezin bigihîne kesê ku dibe armanca wan.

Rehên di lingên Mesudî de têk çûne. Eger ew ji aliyê pijîşkên pispor ve neyên serastkirin, tirs heye, ku lingek bête jêkirin. Ji ber vê yekê, bavê Mesudî kurê xwe serê vê mehê anî Elmanyayê. Mesud niha li nexweşxaneya Zanîngeha Freiburgê tê dermankirin. Ta niha, pijîşkan 2 operasyon jê re çêkirin û karîbûn lingekî wî rehet bikin. Lê brîna lingê din pir dijwartir e. Pêwîstiya Mesudî bi çend operasyonên din ên giran heye. Eger ew bi ser kevin, lingê wî dê rehet bibe; eger na, ew dê jê bibe.

Ji bo pêkanîna operasyonan û mayîna di nexweşxaneyê de, çend hezar Euro pêwîst in. Tevgera Kurdî li Elmanya û Belcîkayê karîbû hinek pere peyda bike û ew radestî bavê Mesudî kirin. Lê ew têrê nakin. Ji ber vê yekê û bi inîsyatîva rêxistineke kurdên Binxetê, rêxistina "Diakonie" ya elmanî ji bo alîkariya Mesudî kontoyek (hesab) li bankekê vekir û bangî herkesî dike, ku piştgirtiya Mesudî bikin.

Agahiyên konto ev in:

Diakonie Freiburg
navê bankê: Evangelische Kreditgenossenschaft Kassel
jimara bankê (BLZ): 66060800
jimara kontoyê (hesab): 507334
Kod (Stichwort, keyword): Masoud OP

Bo kesên ji derveyî Elmanyayê:

SWIFT-Code: GENODEF1EK1
IBAN: DE80660608000000507334
Kod (Keyword): Masoud OP


Bo têkiliyê û agahiyên berfirehtir derbarî Mesudî û alîkariya bo wî:

Tel: +49 1726325104



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]