 |
 |
08.02.2004 - 02:17
Kurdan kiraseke kurdistanî li Kölnê kirin
KÖLN (amude.com) - Dora 6000 kurdên ji çend welatên Ewropayê
doh li bajarê Kölnê li Elmanyayê gihan hev û
piştgiriya xwe ji bo başûrê Kurdistanê û biryarên
Perlemana Kurdistanê "federalîzm li ser bingehên siyasî, cografî, netewî û dilxwazî"
eşkere kirin. Herweha wan êrîşên li dijî kurdan
ên li Hewlêrê şermezar kirin. Ji bilî Kongra-Gel, a
ku bi şêweyekî fermî beşdar nebû, bêtirî
17 rêxistinên kurdistanî amade bûn.
Ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd beşdarî
meşê bûn. Tevan bi yekdengî dirûşmên
mîna "bijî Kurdistan", "na, na terorîzm" û "federalî
ji bo Kurdistan" digotin û bi sedan alayên Kurdistanê û wêneyên
şehîdên Hewlêrê bilind kirin.
Li gel ku Kongra-Gel bi şêweyekî fermî beşdarî
vê çalakiyê nebû, lê komek ji alîger
û kadroyên wê tev li kurdistaniyên din bûn. Hevkariya
partiyên kurdistanî, ya ku ji dora 17e partiyan pêk tê,
beşdarbûneke fermî di xwepêşandanê de
ji aliyê Kongra-Gel ve nepejirandibû.
Kurdên Başûr li malên xwe man
Komek ji polîsên elman ewlekariya xwepêşandanê
misoger dikirin. Polîsê berpirsyar ragihand Malpera Amûdê, ku
wan 4500 beşdarên xwepêşandanê jimartine. Lê ji ber ku
piştre hin kesin din beşdarî çalakiyê bûn, mirov
dikare bibêje, ku dora 5000-6000 kurd amade bûn.
Hêjayî gotinê ye, ku hejmara kurdên
başûr û rojhilatê Kurdistanê gelekî kêm
bû. Piraniya beşdaran ji bakur û
başûrê-rojavayî Kurdistanê bûn. Li ser vê yekê
endamekî Hevkariyê ragihand Malpera Amûdê, ku ew ji vê
yekê ne razî ne, çimkî partiyên Başûr
soza beşdarbûneke mezin ji aliyê endam û alîgerên wan
ve dabûn. Wî berdewam kir û got: "Mixabin ji aiyê
Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ve ji bilî berpirsyaran kêm
kes beşdar bûbûn. Li gel ku YNKê di deqeya dawî de erêkirina
xwe ya ji bo beşdarbûna di xwepêşandanê de da,
dîsa jî me hêvî dikir, ku ew bikaribin bêtir kesan
bînin xwepêşandanê." Ji ber
slogana xwepêşandanê "Kerkuk dilê Kurdistan e", YNKê
pêşî nedixwest beşdarî xwepêşandanê bibe,
çimkî ew peyva Mele Mistefayê Barzanî ye û wê
ev yek qet qebûl nedikir. Navê wê jî li ser plakat û rêklaman nehatibû
nivîsandin. Lê piştî êrîşa terorîstyane
li dijî nivîsgeha wê li Hewlêrê û ya PDKê,
YNKê mecbur bû, ku beşdar bibe.
Hewlêrê Kerkuk da jibîrkirin
Programa çandî ji aliyê hunermendan Şivan Perwer,
Fatê, Elî Baran, Evîna Welat û Şêrîn Perwer
ve hate pêşkêşkirin. Berî wan gelek axavtin ji aliyê
rêxistinên beşdar ve hatin xwendin. Herweha hin mesajên
kesayetiyên kurd û ewropî hatin pêşkêşkirin.
Yek ji wan mesaja wezîrê Birîtanyayê yê Derve Jack
Straw bû.
Hunermend Şivan Perwer ji beşdaran re axift û got:
"Qîmeta partî û hereketan nemaye.
Roj roja hebûn û tunebûnê ye. Roj roja kurd û
Kurdistanê ye.
Gelê kurd rabûye ser lingan. Xebat ji me re lazim e. Dilê me gelek
diêşe. Em gelek xemgîn in." Her kesî behsa yekîtiya
kurdan dikir û digot, ku tenê yekîtiya kurdan bersiva terorê ye.
Li gel ku slogana xwepêşandanê "Kerkuk dilê
Kurdistan e" bû, lê ti kesî û ne bi gotinekê jî
Kerkuk neanî ziman. Hewlêrê hişt ku Kerkuk bi kêmanî
di vê çalakiyê de were jibîrkirin.
|
 |
 |