www.amude.com - navenda çanda kurdî


30.07.2004 - 23:40

Helbestvan û siyasetvan Merwan Osman dê burseya Hannah Arendt werbigire


>> Merwan Osman

>> Hannah Arendt
>> www.hannah-arendt-hannover.de
HANNOVER (amude.com) - Helbestvan û endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê Merwan Osman bo wergirtina burseya salana ya Hannah Arendt hate hilbijartin. Osman, ku wekî helbestvan "Royarê Amedî" hatiye naskirin, dê bikaribe salekê li Hannoverê bijî. Merwan Osman sêyemîn nivîskar e, ku vê burseyê werdigire. Berî wî nivîskarê ji Rusyaya Sipî Ales Rasanau û helbestvanê ji Kubayê Carlos Valerîno mêvanên Hannoverê bûn. Osman di 15.12.2002an de li Şamê hatibû girtin û di 22ê şibata vê salê de serbest hate berdan. Ev dora du mehan e, ku ew li Ewropayê dimîne.

Berpirsê nivîsgeha kulturê ya bajarê Hanover Heinz Balzer ragihand Malpera Amûdê, ku bajarê Hannover helbestvan û siyasetvan Merwan Osman bo wergirtina burseya Hannah Arendt hilbijart. Li ser pirsa sedemên hilbijartina wî, Balzer got: "Piştî ku me di du salên dawî de nivîskarek ji Rusyaya Sipî û yek ji Kubayê hilbijartin, me xwest vê salê nivîskarekî ji Rojhilata Navîn bikin mêvanê xwe. Ji ber ku Merwan Osman li ser lîsteya PENa Navneteweyî ya nivîskarên di zindanan de bû û herweha ji ber şaredarê bajarê Hannover birêz Herbert Schmalstieg xwe mijûlî pirsa kurdî dike, me birêz Osman hilbijart." Balzer berdewam kir û got, ku herweha hin grûpên li Hannoverê doza hilbijartina Merwan Osman wekî mêvanê bajêr dikir. Heinz Balzer eşkere kir, ku navê Merwan Osman yê pêşî bû û ti guftûgo li ser kesine din nehate kirin.

Helbestvan Merwan Osman ji Malpera Amûdê re diyar kir, ku wî wergirtina burseyê pejirandiye. Ew berî dora du mehan hatibû Fransayê. Ji wê derê, wî serdana çend welatên din ên ewropî kir û li wan deveran di semînarine taybetî de li ser rewşa kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê diaxivî.

Li gorî agahiyên Heinz Balzer bo Malpera Amûdê, Merwan Osman dê ji 01.09.2004an ta 01.09.2005an wekî mêvan li bajarê Hannover bijî. Ew dê bikaribe bê pere di xaniyekî de bijî û mehane 800 Euroyan werbigire. Herweha ew dê bikaribe bê pere beşdarî kursên fêrkirina zimanê elmanî bibe.

Burseya Hannah Arendt yekem car di sala 2000î de hate dayin. Armanca wê ew e, ku nivîskarên ku ji aliyê rêjîman ve têne çewisandin, bikaribin li bajarekî salekê wekî mêvan bijîn, da ku bikaribin serbest bixebitin. Ji bilî Hannover çend bajarên din ên cîhanî mîna Berlîn, Frankfurt, Mainz, Weimar li Elmanyayê, Göteborg li Swędê, Amsterdam li Holandayê, Besancon li Fransayê, Lausanne li Swîsrayê, Passo Fundo li Berazîl, Salzburg li Nemsayê û Vênêsiya li Îtalyayê.

Hannah Arendt rojnamevanek û profesoreke elmanî ya cihû bû. Ew di sala 1906an de li bajarê Hannover ji dayik bû û di 1933an de ji Hitler reviya koçberî Fransayê bû û di 1941ê de reviya Emerîkayê û tevaya jiyana xwe li wê derê derbas kir. Arendt xwediya gelek berheman e û wergêra gelek xelatên giring e. Ew di sala 1975an de li New Yorkê mir û li wir hate veşartin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]