 |
 |
08.01.2004 - 15:30
Helbestvan Merwan Elî dê li Mexribê helbestên xwe bixwîne
 Merwan Elî (wêne: S.H.Berko) |
ELMANYA/ESSEN (amude.com) - Li ser daxwaza komeleya dostên helbestê li bajarê
Egadîr li Mexribê, helbestvanê kurd Merwan Elî dê roja
10ê vê mehê ji Elmanyayê biçe Mexribê û li
wê derê beşdarî semînarekê bibe û ji
berhema xwe ya neçapkirî "Ava doh" helbestên xwe bixwîne. Herweha ew dê li ser
tecrubeya xwe ya nivîsandina bi zimanê erebî û bandora
zimanê kurdî li ser nivîsandinên xwe biaxife.
Helbestvan Merwan Elî di sala 1968an de li gundê Girsorê di navbera
bajarên Amûdê û Qamişloyê de ji dayik bû.
Helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên erebî de
mîna "el-Sefîr", "el-Nehar", "el-Hayat" hatine weşandin.
Ji destpêka salên 90î de ew di warê rojnamevaniya erebî
de dixebite. Niha ew di rojnameya kiwêtî "el-Siyase" de dinivîsîne.
Elî di sala 1995an de koçberî Holendayê bû û jiyana xwe ta
sala 2000î li bajarê Amesterdam derbas kir. Piştre wî berê xwe
da Elmanyayê û li bajarê Essen bi cih bû. Ew
bi jin e û keçek wî heye.
Semînara Merwan Elî dê roja 10.01.2004ê di salona pirtûkxaneya
bajarê Agadîr de pêk were.
|
 |
 |