 |
 |
06.03.2004 - 21:25
Mehmud Osman: "Eger şîî ji ya xwe danekevin, em ê
doza tiştine din bikin!"
BEXDAD (amude.com) - Endamê Konseya Hikumeta Iraqê yê kurd
Mehmud Osman piştrast kir, ku kurd daxwaza şîiyan ji bo guhertina
destura demî ya Iraqê napejirînin. Herweha wî got, ku nepejirandina
parastina mafên kurdan ên di desturê de ji aliyê şîiyan ve
dê gumanan çêbike û bandoreke wê li ser yekîtiya
neteweyî ya iraqî hebe. Osman berdewam kir û got, ku
eger şîî li ser daxwaza xwe ya guhertinê bimînin, kurd dê
doza guhertinine din bikin, ku wan ji bo pêkanîna desturê
piştguh kiribûn. Wî got, ku kurd dikarin doza meseleya qeydkirina
pêşmergeyan û herweha ya herêmên kurdî, yên
ku ji Kurdistanê hatibûn veqetandin û ji aliyê rêjîma berê
hatibûn erebkirin, di desturê de bikin.
Mehmud Osman ragihand malpera "Elaph" a erebî, ku dema daxwaza guhertinan ji aliyê
el-Sîstanî ve ne di cihê xwe de bû, çimkî
ew daxwaz berê derneketibûn holê û herkesî xwe
ji bo imzekirina desturê amade kiribû. Osman diyar kir, ku
endamên konseyê yên kurd ji bo guftûgoyên li gel
el-Sîstanî amade ne. Herweha wî eşkere kir, ku
ger şîî dev ji daxwazên xwe bernedin, guftûgo
dê vegerin nuqteya sifir û dê sê mehên din ji bo
lihevhatinekê pêwîst bibin. Bi vê yekê,
hêz dê di 30.06an de nekeve destê iraqiyan,
wek ku hatiye plankirin.
|
 |
 |