 |
 |
30.03.2004 - 02:33
Rêjîma Suryayê ji malperên kurdî ditirse

>> Li Suryayê Malpera Amûdê di rêyên fermî
re venabe
|
PARÎS/QAMIŞLO (amude.com) - Piştî qedexekirina çend
malperîn kurdên başûrê-rojavayê Kurdistanê
- û di nav wan de Malpera Amûdê - ji aliyê rêjîma
Suryayê ve, êxistina "Raportvanên Bê Sînor"
a navneteweyî girtina malperên
kurdî amude.com û qamislo.com ji aliyê rêjîma
Suryayê ve şermezar kir. Di warê ragihandina serhildana
başûrê-rojavayî Kurdistanê de, malperên kurdî
rola bingehîn lîstin û ev yek bû sedema acizbûna
rêjîma Suryayê. Wê ne tenê malper qedexe kir, wê
herweha ji partiyîn kurdî doza girtina malperan
kir. Li gel hin astengiyan jî, lê kurdên li welat dikarin
di rêyine cuda re derbasî malperan bibin.
Piştî ku nûçe, wêne û vîdyoyên
serhildana başûrê-rojavayî Kurdistanê di rêya
malperên kurdê re li seranserî
cîhanê belav bûn, televizyona surî di nûçeyên
xwe de ragihand, ku malperên kurdî bi "roleke negatîv"
radibin tenê "derewan" belav dikin. Hîn çend
demjimêr di ser vê nûçeyê re derbas nebûbûn,
rêjîmî rê li ber kurdan girt, ku derbasî
malperan bibin. Di destpêkê de malperên
Amûdê û Qamişlo hatin qedexekirin û
piştre malpera Efrînê jî kete rêza wan.
Di guftûgoyên li gel partiyên kurdê de,
Mihemed Mensura, ku bêtirê 20 salan berpirsyarê
talankirina kurdan li herêma Cezîrê bû
û di bûyerên dawî de ji aliyê
rêjîmê ve hate şandin Qamişloyê,
da ku li gel kurdan biaxive û berxwedana wan rawestîne,
ji partiyên kurdî doza girtina malperan
kir, çimkî li gorî wê ev malper
"derewan belav dikin û mebesta wan tenê xerabkirina
di navbera kurdan û ereban de ye".
Piştî ku xwepêşandanên kurdan rawestiyan,
rêjîmê êdî dest bi binçavkirina bi hezaran
kurdan kir. Gelek ji wan hatin zindankirin ji ber wêneyên wan di
internêtê de hatibûn weşandin. Herweha ji aliyê
partiyên kurdî yên li welat ve tê ragihandin,
ku ji ber xebata malperan a ragihandinê rêjîm êrîşine
dijwar li dijî kurdan pêk tîne. Ji ber vê yekî
partî gelek caran ji malperan doza rakirina wêneyên ku
serokê Suryayê Beşar el-Esed û yên bavê
wî yê dêktator Hafiz el-Esed bi şêweyekî
nêgatîv pêşkêş dikin, ji malperan kir.
Malpera Amûdê daxuyaniya êxistina "Raportvanên Bê Sînor"
wergerand yimanê kurdî û wê li vê derê
diweşîne:
-----------------------------------------------------
Surya - 29.03.2004
Hikumetê du malperên kurdî qedexe kir
Raporvanên Bê Sînor îroj mixabiniya xwe li hemberî qedexekirina herdu malperên kurdî www.amude.com û www.qamislo.com ji aliyê hikumeta Suryayê ve diyar kir. Van malperan nûçe, wêne û perçeyên vîdyo yên xwepêşandanên ji aliyê kêmayetyia kurdî li Suryayê ve weşandibûn.
Wê got, ku ew "ji helwesta rêjîmê ya autorîtêr û herweha ji zikreşiya wê ya bêfedî ji azadiya nerînê re" di sansorkirina malperên internêtê de bi hêrs bûye û ragihand, ku xwendekarekî rojnamevaniyê, yê ku di tîrmeha borî de ji ber weşandina wêneyan di malpera amude.com de hate binçavkirin, ta niha hîn jî di zindanê de ye. Wê got: "Rêjîmê niha gavek din a zêde avêt."
Herdu malperên ku li Elmanyayê dixebitin û orteya adarê ji bo bikarhênerên internêtê yên li Suryayê hatine qedexekirin, ji bo kurdên diyasporayê (derveyî welat) û herweha ji bo medyaya biyanî, ya ku gelek caran wêne û vîdyoyên wan bi kar tînin, çavkaniyên agahiyan ên bingehîn in.
Dema ku bikarhênerên surî hewil didin ku derbasî van malperan bibin, nivîsa "access denied" (derbasbûn qedexe ye) ji wan re derdikeve. Berpirsê malpera amude.com Sîrwanê Hecî Berko ragihand, ku rêjîm malperan fîlter dike û navnîşanên wan digire, da ku ti kes nikaribe derbasî wan malperan bibe. Wî berdewam kir û got, ku malper dikarîbû li jêr navnîşana www.amude.net bête vekirin, lê ew jî niha hate girtin.
Dezgeha Surî ya Têlêkomunîkasyonan (STE) bi sedan malperên pornografîk, pro Israîl û yên ku rêjîmê rexne dikin, fîlter dike. Surya tenê xwedî 2 dezgehên belavkirina internêtê ye, ku herdu jî di bin kontrola hikumetê de ne. Yek ji wan di rêya dezgeha postê re kar dike û ya din di rêya Syrian Computer Society (Civaka Surî ya Computer) re. Gelek belge eşkere dikin, ku mîna axaftinên telefonan email jî ji aliyê rêjîmê ve têne kontrolkirin.
Du bikarhênerên internêtê ji ber weşandina berhemên xwedêgravî "êrîşker" di zindanê de ne
Yek xwendekarê rojnamevaniyê yê kurd Mesud Hamidê 29 salî ye, yê ku di 24ê tîrmeha sala borî de di ezmuneke wî ya zanîngehê de hate binçavkirin. Ji wê demê de ew di zindana Adra ya nêzîkî Şamê de veşartî ye û tê ragihandin ku ew tê işkencekirin. Ew mehekê piştî weşandina wêneyên xwepêşandaneke kurdî ya aştiyane li Şamê di malpera amude.com de hate girtin.
Girtiyê internêtê yê din Ebdilrehman Şaxurî ye. Ew di 23ê şibata sala borî de piştî wergirtina nûçenameya "Levant News" , a ku ji aliyê malpera qedexekirî www.thisissyria.net tê belavkirin, hate binçavkirin. Ew jî di zindana Saydaniya nêzîkî Şamê veşartî ye û li hêviya dadgehkirina ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve ye.
The other cyber-dissident in jail is Abdel Rahman Shaguri, arrested on 23 February last year after e-mailing Levant News, the newsletter of the banned website www.thisissyria.net. He too is being held in secret, at Saidnaya prison, near Damascus, pending trial by the state security court.
www.internet.rsf.org
|
 |
 |