www.amude.com - navenda çanda kurdî


14.05.2004 - 23:57


Leyla Zana êrîşî piştgira xwe ya elman dike


Leyla Zana & Claudia Roth
STENBOL (mha/afp/amude.com) - Di nameyeke vekirî de, parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana êrîşî berpirsa karûbarên mafên mirovan a hikumeta Elmanyayê Claudia Roth dike. Zana ji Roth dixwaze, ku bila ew "xwe mîna mezinan pêşkêş ke û dev ji "şo" (show) û xwepêşkêşkirina vala berde." Herweha Zana "bazarvaniya" di navbera Roth û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Erdogan de protesto dike. Di çapemeniya tirkî de hate ragihandin, ku Roth ji Erdogan re eşkere kiriye, ku Elmanyayê dê çekan bide Tirkiyeyê, ger ew Zana ji zindanê derxîne. Claudia Roth ji bo çend rojan serdana Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir û doza serbestberdana Zana û herweha misogerkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê kir.

Leyla Zana di nameya xwe de ji Claudia Roth dixwaze, ku ew "mîna berê li dijî şer demokrasiyê têbikoşe". Herweha Zana bicîkirina Kongra Gel di lîsteya terorîstê de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve rexne dike û dibêje, ku YE tiştekî li dijî îzolasyona Ebdela Ocalan nake.

Di civîna çapemeniyê ya dawî ya serdana Tirkiyeyê de, Parlamentera elmanî Claudia Roth li Stenbolê diyar kir, ku ew ji bo vê nameya Leyla Zana ecêbmayî maye û bawer nekir, ku ev name bi rastî jî ji aliyê Zana ve hatibe nivîsandin.

Claudia Roth siyasetvaneke çalak e. Wê û partiya wê ya Keskan gelek xebat bo doza gelê kurd kirine û dikin. Partiya Keskan a Elmanyayê tim eşkere kiriye, ku ew li dijî bazarvaniya çekan bi wan welatan re ye, yên ku mafên mirovan binpê dikin. Ev helwesta wan gelek caran bû sedema konflîktên mezin di nav hikumeta Elmanyayê de, ya ku ji Partiya Keskan û Partiya Sosyaldemokrat ve pêk tê.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]