www.amude.com - navenda çanda kurdî


20.02.2004 - 19:07


>> Leyla Zana
Leyla Zana dê di zindanê de bimîne

ENQERE (sf/dîha/amude.com) - Siyasetvana kurd Leyla Zana (42) dê di zindanên Tirkiyeyê de bimîne. Dadgeheke li Enqereyê îroj biryar da, ku Zana û 3 hevalên wê berî dema xwe serbest neyên berdan. Endamê Perlemana Ewropayê Joost Lagendijk ji Holendayê li dadgehê amade bû û piştî biryara dadgehê got, ku divê berpirsê dadgehê biryarê bide, bê ew dixwaze bibe endamekî Tirkiyeya nû yan a kevn.

Leyla Zana ji rojnamevanan re gotibû, ku ji xwe ew tu hêviyê nema ji dadgehê dike û ji ber wê yekê ew û hevalên xwe ew ê nepeyivin. Zana got: "Ez bawer nakim, ku biryara tahliyeyê ji vê rûniştinê derkeve." Herweha parêzerên wê jî gotibûn, ku wan hemû rêyên hiqûqî ceribandin û êdî tiştekî ku ew lê zêde bikin, nemaye.

Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak di sala 1991ê de bûbûn endamên Perlemana Tirkiyeyê û di 1994an de ji bo siyaseta wan a ji bo kurdan hatin girtin. Di sala 1995an de, Leyla Zana xelata Sacharow a mafên mirovan a Perlemana Ewropayê wergirt.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]