 |
 |
04.06.2004 - 03:49
Bang ji bo kurdên Binxetê li Swêdê
bo damezirandina dezgeheke kurdî
UPPSALA (amude.com) - Kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê ên nişteciyên Swêdê
dixwazin dezgeheke kurdî ya giştî ji xwe re damezirînin, ku bikaribe bi navê wan
deng bike. Li gorî agahiyên amadekarên vê projeyê, ev dezgeh dê ji kesên girêdayî
hêzên siyasî û herweha ji kesên serbixwe ve pêk were. Civîna damezirandinê dê di
5 û 6ê meha hezîranê de li bajarê Uppsala li dar keve. Malpera
Amûdê banga amadekarên civînê
bo kurdên Binxetê li Swêdê diweşîne:
Xuşk û brayên bi rêz, kurdên Binxetê li Swêdê
Komîteya amadekar li Uppsala bi dilekî şad gazî we dike ji bo beşdariya civîna giştî ya kurdên Binxetê li Swêdê, ku berî niha jî me di çend malperên kurdî de tevî projeya kar belav kiribû.
Roja şemiya pêncê hezîranê (5 juni) di navbera katjimêr 11.00 û 12.00 de em pêşwaziya we dikin, û karê me berdewam dike heta roja yekşemê (6 juni) katjimêr 16.00.
Pirsa xwarinê û razana we kurdên Uppsala digrine ser xwe.
Parkkirina tirimbêlan li pêş Gottsunda Centrum e, bê pere ye.
Mêvanên ku wê bi tirên û bussan werin, dikarin bi buss 52 û 55 ji nav bajêr werin Gottsunda Centrum.
Dem: 05 hezîranê/ juni 11.00 heta 06 hezîranê/ juni 16.00
Cih: Träff lokalen KONTAKTEN
Navnîşan: Bandstolsv. 1B - Uppsala
Ji bo nîşandana rê û peywendî û pirsên we:
0731 520 541, 0703 403 619, 0732 144 465
|
 |
 |