www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.01.2004 - 20:42

"Tenê serokê Elmanya dikare kujerên kurdan serbest berde!"


Hans Joachim Ehrig
>> Elmanya xwîna kurdan erzan difroşe
BERLÎN/PARÎS (amude.com) - Hans-Joachim Ehrig, parêzerê malbatên siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendī û hevalên wî yê berê, ragihand Malpera Amûdê, ku Elmanya nikare bi hêsanî kujerên kurdan serbest berde. Ji bo vê yekê, weha Ehring, divê serokê Elmanyayê girtiyan efu bike û ev yek jî bi prosêsekê ve girêdayî ye.

Li ser pirsa bê hayê wî ji radestkirina kujerên kurdan ji bo Hizbullahê heye yan na, Ehrig got, ku baweriya wî bi nûçeya rojnameya israîlî nayê. Herweha wî piştrast kir, ku têkiliyên wî bi hin kesên di cihê biryarê de li Elmanyayê re hene û wan kesan eşkere kirine, ku ew agahiyên ku hatine belavkirin, ne rast in.

Di dadgehkirina kujerên Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Īran (PDKÎ) Dr. Sadîq Şerefkendī ū hevalźn wī Fetah Ebdulī (endamê Komîteya Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina partiyê ya Ewropa), Homayun Erdelan (Berpirsê PDKÎ li Elmanya) û Nurī Dźhkurdī de, Hans-Joachim Ehrig ji aliyê malbatên kuştiyan ve weke parêzer hatibû hilbijartin.

"Em wek partî nikarin tiştekî bikin."

Li aliyekî din, berpirsê rêxistina Ewropayê ya PDKÎ Xusro Ebdullahî ragihand Malpera Amûdê, ku eger agahiyên radestkirina kujerên Şerefkendî û hevalên wî yên partiyê rast bin, ev yek tê wê wateyê ku Elmanyayê piştgiriya terorîstan dike. Ebdullahî li ser telefonê bi Malpera Amûdê re got: "Elmanya êrîşî terorîstan û terorîzmê dike. Eger ew kujerên kurdan serbest berdin, ew bi vê yekê piştgiriya terorîstan dike."

Li ser pirsa bê PDKÎ dê çi bike eger agahî rast bin, Ebdullahî got, ku partî bi xwe nikare tiştekî bike. Lê belê malbatên kuştiyan dê herin pêşiya dadgehê û serbestberdana kujeran protesto bike û li dij gilî bike.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]