 |
 |
26.01.2004 - 14:40
Elmanya xwîna kurdan erzan difroşe
TEL AVÎV/BERLÎN (dpa/amude.com) - Hikûmeta Elmanyayê amade ye, ku hersê kujerên
siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî,
Homayun Erdelan û Nurî Dêhkurdî, yên ku di 17.09.1992an de di
xwaringeha 'Mykonos' de li bajarê Berlînê hatin kuştin, serbest
berde, weha rojnameya israîlî Haaretz îro ragihand.
Kujerên îranî û libnanî
dê bibin berdêlî di bazarvaniya guhertina girtiyan de ya di navbera
Israîl û Hîzbullahê de.
Li gorî agahiyên Haaretz, dê girtiyekî îranî
û duduyên libnanî, yên ku di girtîgehên Elmanyayê de
ne, serbest bêne berdan, eger Hizbullah balafirvanê israîlî
Ron Arad radestî Israîlê bike. Arad ji sala 1986an ve
windayî ye. Wê demê balafira wî ket û guman tê
kirin, ku Hizbullahê ew radestî Îranê kir û ew
li Îranê di zindanê de ye.
Li aliyekî din, malbata balafirvanê israîlî
Ron Arad piştrast kir, ku eger kurê wan mirî be, ew ne li gel
in ku ji bo wî kujer serbest bêne berdan.
Hêjayî gotinê ye, ku ji çend salan ve
Elmanya di navbera Israîl û Hîzbullah re diçe û tê
ji bo mesela girtiyên wan çareser bike. Roleke wê ya mezin
di vê bazarganiyê de heye. Ne dûr e, ku Elmanya
kujerê Kurdan serbst berde û wan bighîne Hîzbullah.
Di 17.09.1992a de, du terorîstên îranî
û duduyên libnanî Sekretêrê
Giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Îran (PDKÎ)
Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî (endamê Komîteya
Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina partiyê ya Ewropa),
Homayun Erdelan (Berpirsê PDKÎ li Elmanya) û
Nurî Dêhkurdî di xwaringeha bi navê Mykonos li bajarê Berlînê de kuştin.
Yek ji kujerên îranî karîbû bireve Îranê û nehate girtin.
Yê din (Kazem Darabî) û herduyên libnanî Mihemed Etrîs
û Ebbas Rhayel, ku bi xwe endamên Hîzbullah in, ji aliyê
polîsên elman ve hatin girtin.
Di 10ê Nîsana 1997an de, dadgeha Berlînê diyar kir ku
rêjîma Îranê biryara kuştina siyasetvanên
kurd standibû û destûra vê yekê dabû.
Dadgehê biryar stand, ku kujerê îranî Darabî û yê
libnanî Rhayel ta ku sax bin di zindanê de bimînin.
Kujerê libnanî yê din 5 sal zindan stand. Ew niha serbest e.
"Şiqamek di rûyê jinebî û sêwiyan de"
Ev demek dirêj e, ku Isarîl hewl dide ku kujerên kurdan serbest bêne berdan.
Xema wê tenê ew e, ku bi vê yekê agahiyan li ser balafirvanê
xwe Ron Arad werbigire. Li ser vê yekê, Hans-Joachim Ehrig,
parêzerê jinên kuştiyên kurd,
berî demekê ragihand rojnameya elmanî 'Berliner Zeitung', ku ger bi rastî
ew kujer serbest bêne berdan, ev dê "bibe şiqamek di rûyê
jinebî û sêwiyan de."
|
 |
 |