www.amude.com - navenda çanda kurdî


09.01.2004 - 14:53


Li Enqereyê kongreya partiya Hak-Par pêk hat


HAK-PAR
>>www.hakpar.org.tr
ENQERE (dîha/amude.com) - Di roja 04ê vê mehê de, li Enqereyê yekemîn kongreya Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) li dar ket. Serokê partiyê Ebdulmelik Firat dîsa ji bo serokatiya Hak-Parê hate helbijartin. Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) berî salûnîvekê hatibû damezirandin.

Di kongreya Hak-Parê de ji bo serokatiya giştî ya partiyê du berendam hebûn, lê ji ber ku delegeyan piştgirî nedan Ibrahîm Guçlu, ew ji berendamtiyê paşve vekişiya. Ji ber vê yekê jî helbijartin bi berendamekî tenê pêk hat.

Kongre bi beşdariya 401 delegeyî pêk hat. Piştî ku Guçlu ji berendamtiyê vekişiya, ji 210 delegeyan 165 delege çûn ser sandoqê. Di encama helbijartinan de, Ebdulmelik Firat di yekemîn car a helbijartinê de bi têra xwe deng bi dest nexist. Ji ber vê yekê jî, helbijartin careke din hatin kirin. Di cara duyem de, Firat temamiya 165 dengan standin û careke din ji bo serokatiya Giştî hate helbijartin. Firat ji ber nexweşiya xwe beşdarî kongreyê nebû. Mesaja wî ji aliyê cihgirê wî Hesen Daxtekîn ve hat xwendin.

Yek ji biryarên kongreyê li ser Kurdistana Başûr bû. Kongreyê ji bo yekîtiya di navbera hêzên kurdî li başûrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û herweha piştgirîya xwe ji bo biryarên Perlemana Herêma Kurdistanê û daxwaza saziyeke demokrat û federal li ser esasê cografî eşkere kir. Wekî din kongreyê nîşan da, ku ew li gel endametîya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de ye, lê bi şertê ku ew qeyd û şertên Kopenhagenê bi cih bîne û ji bo çareserkirina birsa kurd jî gavan bavêje.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]