www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.05.2004 - 13:50


Heysem Menaa
>> Komîsyona Ereb a Mafên Mirovan
Li Parîsê "Hevdîtina Guftûgoya Demoqrat a Surî"

PARÎS (amude.com) - Komek ji siyasetvan û rewşenbîrên ereb û kurd ên ji Suryayê û başûrê-rojavayî Kurdistanê dê di rojên 28 û 29ê vê mehê li Parîsê li hev bicivin û li ser guhertinên li Suryayê guftûgo bikin. Komîsyona Ereb a Mafên Mirovan vê konferansê amade dike û di daxuyaniyeke xwe de diyar dike, ku armanca wan ew e, ku "hemû kesên ku bangî guhertinên demoqratîk li Suryayê dikin, bigihên hev û li ser bingehekê li hev bikin, ku piraniya kesên demoqrat û mafnas dipejirînin." Herweha ew dê li ser pêkanîna sendoqeke neteweyî bo alîkariya goriyên siyaseta Suryayê ya binpêkirina mafan biaxivin. Ji başûrê-rojavayî Kurdistanê dê li gel Ibrahîm el-Yusiv, Mişel Temo û Merwan Osman komek ji kurdên li Ewropayê beşdarî vê konferansê bibin.

Dem: 28-29.05.2004, ji demjimêr 09.30 ta 18.30
CÎ: Maison Des Associations, 28 Rue Victor Hugo, 92240 Malakoff

Rêyên çûnê
1. Ji balafirgeha Charles de Gaulle (Parîs):
- RER ber bi CITE UNIVERITAIRE STATION ve
- An Taksî (6 €) an jî bi otobusê ta hotêlê

2. Bi tirênê (stasyona Gare du Nord)
- Mêtro 13 ber bi Malakoff-Plateau des Vanves ve

Navê hotêlê:
France Hotel Parc, 14 Rue Laforest, 92240 Malakoff
tel: 0033142531616

Têkilî:
Bêrîkfon: 0033668703353, 00491745324789



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]