 |
 |
11.01.2004 - 14:16
Li Londonê dê civînek ji bo kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
li dar keve
LONDON (amude.com) - Di 23ê vê mehê de, li Londonê
dê ji aliyê Kongreya Niştiman a Kurdistan
(KNK) ve civîneke giştî ji bo hemî partî, rêxistin
û kesayetiyên ji başûrê-rojavayî Kurdistanê
li dar keve. Di civînê de, dê li ser rewşa cîhanê
ya nî û bidestxistina mafên kurdan li başûrê-rojavayî Kurdistanê
û Sûryayê bête guftûgokirin.
Serokê KNKê Cewad Mele ragihand Malpera Amûdê, ku ew
pêwîstiya civîneke weha ji bo kurdên
başûrê-rojavayî Kurdistanê dibîne, da ku
tevde bikaribin li ser şêweyên bidestxistina mafên
kurdan biaxifin. Herweha wî eşkere kir,
ku di dema bê de dê civînîn weha li welatên cuda
ên Ewropayê pêk werin.
Bo têkiliya bi KNKê re û beşdarbûna civînê:
tel: +44 2085632881, faks: +44 2085638406, bêrîkfon: +44 7768266005
e-mail: wka@knc.org.uk
|
 |
 |