www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.07.2004 - 00:35

Di festîvala "Peravên din" a cîhanî de muzîka kurdî


>> Miço Kendeş û Ehmedê Çep

>> "Peravên din"
>> www.m-kendes.ch
DORTMUND (amude.com) - Muzîkvanên kurd Miço Kendeş, Ehmedê Çep û Ebas Bextiyarî dê 26ê vê mehê li Pays d'Uzès li Fransayê konsêrtekê bidin û muzîka kurdî pêşkêş kin. Ev konsêrt dê derbarî 9emîn festîvala "Peravên din" a cîhanî li dar keve. Kendeş û Çep ji başûrê-rojavayê Kurdistanê ne û Bextiyarî ji rojhilatê welêt e. Miço Kendeş stranan dibêje û herduyên din li gel wî muzîkê çêdikin. Konsêrta wan dê li Arpaillargues pêk were û demjimêr 22.00 dest pê bike.

Miço Kendeş di sala 1966ê de li bajarê Kobanî ji dayik bûye. Berhema wî ya pêşî li jêr navê "Kurdistan" di sala 2001ê de li Swêsrayê derket. Kendeş stranên gelêrî berhev dike û wan bi şêweyeke taybetî pêşkêş dike.

Ehmedê Çep jî li Kobanî hatiye dinyayê, lê salek berî Kendeş. Ev yekemîn car e, ku ew serdana Ewropayê dike û beşdarî konsêrteke wilo dibe. Çep li Helebê dijî û wek mamosteyê muzîkê dixebite.

Muzîkvanê din Ebas Bextiyarî ji rojhilatê Kurdistanê ye. Ew li instrumenta defê dixîne.

Bo agahiyên berfirehtir:
maxh.chez.tiscali.fr/ar_index.html


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]