 |
 |
12.02.2004 - 12:20
"Kant giringtirîn feylesufê nûjeniyê ye"

Immanuel Kant

Joschka Fischer
|
DORTMUND (amude.com) - Îro berî 200 salan (12.02.1804), feylesufê elmanî
Immanuel Kant li bajarê rusî Kaliningrad koça dawîn kir.
Ew di 22.04.1724an de li wî bajarî ji dayik jî bûbû.
Kant şoreşa felsefeyê bû û xwedî giringtirîn
bandor li ser felsefeya Rojava bû. Ji ber ku nivîsarên wî
pir dirêj û zehmet in, kêm kesan ew xwendine. Lê dîsa jî
her kes wî nas dike û nivîsarên wî îroj
jî xwedî giringiyeke mezin in.
Derbarî Kant û rola wî, televizyona elmanî "Deutsche Welle"
hevpeyvînek li gel Wezîrê Elmanyayê
yê Derve Joschka Fischer kiriye.
"Kant giringtirîn feylesufê nûjeniyê ye"
DW-TV: Nêzîk 200 sal li ser mirina Immanuel Kant derbas dibin. Ji
bo te bi xwe ev feylesuf tê kîjan wateyê?
Joschka Fischer: Ew yek ji mezintirîn feylesufan e. Min bi xwe hemû
pirtûkên wî berê xwendine û ez bawer im, ku
bandora wî û nivîsara wî ya gelekî mezin
"Aşitiya hemdemî" li ser ramyariya (fikra) siyasî dîsa ketiye
bingeha guftûgoyên aktuêl de. Û ramanên Kant,
herweha felsefeya wî ya praktîk, êtîka wî,
împeratîva kategorîk û herweha rexneya wî
ya hişmendiya teorîtîkyane xebatên ku di ramyariya
Rojava de xwedî wateyeke mayî ne. Ev yek sînorên
herêmên zimanê elmanî bi gelekî derbas dike.
Te behsa nivîsara ser aşitiya hemdemî kir.
Ev konsepta hikumeteke cîhanî, ya ku amade dibe: Gelo
UNO zarokeke ramyariya kantyane ye?
Di baweriya min de, Kant giringtirîn feylesufê nûjeniyê ye.
Rast e, ku ne ber bi aliyê UNO ve ramiyaye, lê wî encam peyda kirin
û dimîne nivîsareke xwedî wateyeke mayî.
Di nivîsareke Robert Kagan de, Hobbes li hemberî wî
tê danîn. Em ewropî bi Kant têne naskirin; ev yek
me serbilind dike. Lê USA xwe bêtir dispêre Hobbes. USA
bi xwe li dijî felsefeya hobbesyane hatin damezirandin. Ez naxwazim
gelekî kûr biçim. Belê, teqez gelek ji felsefeya
kantyane tê de heye, li gel ku tu yê tiştekî
ji "Aşitiya hemdemî" di UNO de nebînî. Lê bandora wê
li ser giyanê vê nivîsarê gelekî mezin e.
Ji bo siyasetvanekî di vê demê de, kîjan armanc û
daxwaz di avahiya Kant a felsefî de xwedî bandoreke berbiçav in?
Mirov dikare ji xwe re hesan bike û xwe bisipêre
zagona adetan. Lê belê ez naxwazim. Ew bi xwe bikaranîna
hişmendiyê ye, ku mirov bi nerîneke hişmend li cîhanê
binere û di eynî demê de sînorên
hişmendiyê nas bike. Kant hişmendî sipart
cîhana xuyayiyan û aliyê wê yê din mîna
tiştekî bi xwe eşkere kir û cîhan
mîna çalakiyeke hişmend. Ez bawer im, ku
ev giringtirîn tişt e, ku siyasetvanek dikare ji Kant fêr bibe.
Bê guman şirovekirina moralyane beşek ji çalakiya
hişmend e. Ev roleke navendî dilîze. Lê cîhan
mîna cîhaneke hişmend: Ev yek ji bo min xala
bingihîn e û di eynî demê de divê siyasetvan
sînorên hişmendiyê bizanibe. Aliyekî
hişmendiyê yên din heye û divê mirov hesabê
wî bike.
Te niha behsa "imperatîva kategorîk" kir. Tu etîka kantyane
çawa dixwînî? Aya ew etîkeke hişmendiyê
yan ya berpirsiyariyê ye, ya ku jê derdikeve?
Ev ne li dijî hev e. Ez bawer im, ku pêwîstiya wan bi hişmendiyeke moralyane
heye, lê ya herî giring kirin e. Zagona hişmendiya praktîk zagona
adetan e, ku ji aliyê wî ve hatiye eşkere kirin û
ne hişmendiya teorītīkyane, imperatîva moralyane, ya kategorîk.
Dibe ku baştir be, ku mirov Kant bixe destekî û
Nietzsche bixe destê din. Ji ber ku bi vê yekê diyar dibe,
bê sînorên felsefeya kantyane li kû ne û herweha
xetera derbaskirina Kantî li kû ye. Lê ger mirov li
dîroka ramyarî ya elmanî û herweha dîroka elmanî
bi xwe û dîroka siyasî binere, dê bibîne ku
di sedsala 19an de û dûra di ya 20an de herdu digihên hev,
ger mirov bersiva van pirsan bide. Ango, her ku ez mezintir dibûm,
weha min xwe ji Hegel dûr xist û herweha ji Nietzsche jî û
ez dîsa li Kant vegeriyam.
Wergera ji elmanî: Sîrwanê Hecî Berko
|
 |
 |