 |
 |
11.05.2004 - 10:36
Rewşenbîrên kurd doza serbestberdana
du nivîskarên kurd dikin
STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, "Inîsyatîva
12ê Adarê" ya rewşenbîrên kurd ji rêjîma
Suryayê doza serbestberdana nivîskarê kurd Ebdulselam
Darî û helbestvanê kurd Mihemed Bengo (Bavê Tosîn)
dike. Herweha ew desthilata Suryayê wek "berpirsa kiryarên
nemirovane li dijî gelê kurd" destnîşan dike
banga hemî sazî û dezgehên mafê mirovan dike, ku "bi lezgînî dest pê bikin
û êrîşên rêjîma Suryayê rawestînin û
mafê mirovan biparêzin." Malpera Amûdê daxuyaniya
"Inîsyatîva
12ê Adarê" diweşîne:
DAXUYANÎ
AZADÎ BO NIVÎSKAR EBDULSELAM DARÎ Û HELBESTVAN BAVÊ TOSIN
Roj li pey rojê, rêjîma Suryayê hewldanên xwe bo çewisandina gelê kurd li
rojavayî Kurdistanê gurtir û dijawartir dike.
Di vê çarçeweyê de, bi alîkariya hêzên xwe yên leşkerî û parastinî hetanî
aniha bi hezaran kurd hatine girtin û di girtîxaneyan de bi awayên dirinde û
hovane têne işkencekirin û riswa û bêrûmetkirin.
Di vê daxuyaniyê de, em dixwazin desthilata Suryayê wek berpirsa van kiryarên
nemirovane destnîşan bikin û gazî û banga xwe bigihînin hemî sazî û dezgehên
mafê mirovan, da ku bi lezgînî dest pê bikin û êrîşên rêjîma Suryayê
rawestînin û mafê mirovan di cihênasname û ziman û cihêboçûnan de biparêzin.
Her em li vir bi dengekî bilind girtina rewşenbîrên kurd şermezar dikin û
piştgiriya xwe bo nivîskarê kurd Ebdulselam Darî û helbestvanê kurd Mihemed
Bengo (Bavê Tosin) radigihînin û doza azadî û serbestberdana wan ji rêjîma
Suryayê dikin.
Di dema ku Inîsiyatîva Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo herdu rewşenbîrên
kurd destnîşan dike, ji rêjîma Suryayê daxwaza di cih de berdana wan dike û
dengê xwe bi tundî beşdarî wan dengan, ên ku doza mafê demokrasiyê û
rêzgirtina mafê mirovan û pêkanîna peyman û mercên navneteweyî yên parastina
mafê mirovan dikin, dike.
Azadî bo hemî girtiyên bîr û boçûnan û hemî girtiyên siyasî yên di
girtîxaneyên Suryayê de!
Azadî bo herdu rewşenbîrên kurd Ebdulselam Darî û Mihemedê Bengo (Bavê
Tosin)!
10.05.2004
12 Adarê (Insiyatîva Rewşenbîrên Kurd-Surî)
http://members.chello.se/helbestvan/12adar.htm
|
 |
 |