 |
 |
15.07.2004 - 14:22
Li Swêdê konferansa damezirandina dezgehekê
bo rewşenbîrên başûrê-rojavayî Kurdistanê
DORTMUND (amude.com) - Bi mebesta damezirandina dezgehekê
bo rewşenbîrên kurd ên başûrê-rojavayî Kurdistanê, dê
di rojên 7-10.10.2004an de li bajarê Sandvîken li Swêdê
konferansek li dar keve. "Inîsiyatîva 12ê Adarê ya Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)"
bangî hemû rewşenbîrên kurd dike, ku beşdarî
vê konferansê bibin. Malpera Amûdê daxuyaniya
inîsyatîvê diweşîne:
BANGA INÎSIYATÎVA REWŞENBÎRÊN KURD (Sûrî)
Gelî rewşenbîran!
Wekî hûn dizanin, her neteweyek dezgeh û sazî û rêxistinên xwe yên civakî, ramyarî, siyasî û ronakbîrî hene; endamên wê neteweyê li gorî astên xwe di wan sazî û dezgehan de li hev kom dibin, bi hev xurt dibin, piştgiriya hev dikin, hêz û karîn û piştgiriya xwe jî ji boyî paraztina nirx û hêjayiyên neteweya xwe terxan dikin. Wisa amadeyî û hebûna xwe di tevna komeleyê û laş û giyanê civatê de qezenc dikin û pê re jî rûmet û rêzgirtinê ji alî neteweya xwe ve bi dest dixin.
Bi dehan salan em li derveyî welatê xwe û li mişextiya ji hesin in, her yek di sergoma xwe de dijî û her yek di sergerdanî û belavbûna xwe de jiyana xwe berdewam dike.
Gelî rewşenbîran!
Em banga xwe careke din digihînin we. Em navnîşanên gelekan ji we nizanin, lê pêwist e em hev bibînin; divê em derd û kul û hesret û xewnên xwe ji hev re bibêjin; divê em li birînên hev guhdarî bikin, da ku em dest bi gava yekemîn bikin.
Rewşenbîrên xelkê yekîtiyên xwe yên mezin û berfireh ava kirine, lê hêjî em di tenhatî û bîrtengiya xwe de digevizin. Rewşenbîrên xelkê rolên xwe yên pir mezin di pêkanîna çarenûsên neteweyên xwe de lîstin, lê hêjî em bi xwe û bi pirsên xwe yên takekesane daketine.
Em dikarin bi hev re gelek tiştan bikin; em dikarin bi hev re gelek birînan derman bikin; em dikarin bi hev re dengê xwe hem bigihînin miletê xwe û hem jî miletên cîhanê.
Werin em piran di navbera xwe de ava bikin. Werin bila her yek wekî xwe birame, xwedî bîr û boçûna xwe be û wekî xwe têbikoşe; lê dîsa jî werin em bi hevre bipeyivin, bixebitin, xweşiktir, berztir û çalaktir bibin..
Werin em xwe hînî danûstandinê bikin û yên derdora xwe jî hînî lihevguhdarîkirinê bikin.
Bi mebesta damezirandina dezgeha rewşenbîrên kurd ên rojavayî Kurdistanê, em konferansa yekemîn li bajarê Sandvikenê li Swêdê li dar dixin.
Hêviya me ew e, ku em bi hev re dengê diyalog û peyivîn û lihevguhdarîkirinê berztir û bilindtir bikin.
Rewşenbîrên ku dixwazin bi me re beşdarî vê çalakiyê bibin, tika ye, ji boyî amadekirina pêdiviyên hatin û mayînê, me di riya jimarên telefon re û bi emailan agahdar bikin.
Komîteya birêvebir a Inîsiyatîva 12ê Adarê ya Rewşenbîrên Kurd
12.07.2004
Cî: Swêd, bajarê Sandviken
Roj: Pêncşem 07-10.10.2004
Elmanya:
Telfax: 0049 (0) 4221800437
Reşîd Hiso
Holanda:
0031 (0) 715138354
0031 (0) 640325147
Henîf Yûsiv
Belcîka:
0032 (0) 495405309
0032 (0) 26467255
Rehîmo
Swêd
0046(0)707 57 60 57
0046(0)8 37 51 03
Ehmedê Huseynî
e-mail: insiyativaadare@hotmail.com
http://www.tirej.net/helbestan/12adar.htm
|
 |
 |