 |
 |
04.05.2004 - 12:12
Banga "Inîsyatîva 12ê Adarê" ji bo rewşenbîran
DORTMUND (amude.com) - Di bangekê de ji bo
rewşenbîr, dahêner û şêwekarên kurd ên li derveyî welêt,
"12ê Adarê, Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)" banga tevlêbûna
inîsyatîvê dike. Ew radigihîne, ku
ew ê "hewl bide ku hêzên rewşenbîran yeklaş
û yekdeng" bike û di van çend mehan de "kongreyekê ji boyî hemî çalakvanên peyv û hunerê"
li dar bixîne. Armanca vê inîsyatîvê ew e, ku
rêxistineke rewşenbîran saz bike. Malpera Amûdê
banga inîsyatîvê diweşîne:
BANG
Bo hemî rewşenbîr, dahêner û şêwekarên kurd ên li derveyî welêt
Piştî bûyerên tirsnak ên ku di warên siyasî û civakî de li welatê me rû dan, û piştî ku bi destê rejîma desthilat a Suryayê bi dehan kes û ciwanên kurd şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran kurdên çalak û azadîxwaz hatin girtin û hêjî bi bahaneya beşdarbûna xelkên me di serîhildana Qamişloyê de di girtîxaneyên Suryayê de bi hezarên kurdan û ji hemî bajaran bi şêweyekî hovane têne işkencekirin û riswa û bêrûmetkirin, piştî van bûyer û rûvedanan êdî dem nema dema bêdengî û xweveşartinê ye; berevajî vê yekê, roj bi roj - wek rewşenbîrine kurd - hestên me bi erk û berpirsyariyên me yên wijdanî, dîrokî, sincî, siyasî û civakî kûrtir û hêzdartir dibin.
Wisa gerek em li hemberî tund û dijwariyên vê qonaxê hem bi cegerdarî rawestin û hem jî dengê xwe ji boyî parastina gelê xwe bilind bikin!
Wisa gerek em erkên xwe yên neteweyî bi kar bînin û di vê dema hestdar û tirsnak de milet û welatê xwe bi tenê nehêlin; miletê ku ji biçûktirîn mafên xwe yên neteweyî û mirovane bêpar e û welatê me yê êdî bûye çêregeha zagonên awarte, hêzên leşkerî, serbazên ewlekariyê û dirindeyên girtîxane û işkencekirinê.
Li vir, wek ku çawan baweriya me bi nirx û buhayiyên çand û dahênanê mezin û kûr e tê, wisa jî em bawer in ku di vê qonaxê de ew nirx û buhayî dikarin tiştekî ji bo doza gelê me bikin.
Lewre, em banga xwe aresyeyî hemî xemxurên çandê û dahênanê yên kurdên li derveyî welêt dikin, ku hêzên xwe berhev bikin û dengên xwe bi hev re bilind bikin, da ku bikaribin rê li ber kuştina xelkên xwe bigirin û hêzên tarî û regezperest rût û riswa bikin.
Piştî ku me li Swêdê dest bi damezirandina Inîsyatîva 12ê Adarê ya rewşenbîrên kurd kir, em bi vê bangê dixwazin rewşenbîrên kurd ên li derveyî welêt agahdar bikin,
ku em ê riya xwe berdewam bikin û hewl bidin ku hêzên rewşenbîran yeklaş û yekdeng bikin û di van çend mehan de kongreyekê ji boyî hemî çalakvanên peyv û hunerê li dar bixînin.
Îca, da ku em bikaribin di rêça dilsojiya li hemberî sincên çandê û nirxên dahênanê de erkên xwe bi serfirazî berceste bikin:
Em bangî we dikin, da hûn bi lezgînî dest bi bizavê bikin - berî ku dem derbas bibe - û hûn beşdarî avakirina vê niyaz û xewnê bibin.
Em pir dereng mane.
Êdî roj hatiye, ku em name û peyamên xwe yên ku em ji boyî wan dijiyan û hêjî dijîn, bi awayekî ciwan û rehdaçikyayî bigihînin û ragihînin û radestî dîrokê bikin.
12ê Adarê, Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)
03.05.2004
Dilawer Mêqerî, Dilyar Dêrkî, Dr. Ebdulbasit Seyda, Ebdulqadir Bedredîn, Ehmed Huseynî, Ferhad Ehmê, Hekîm Sefkan, Helîm Yûsiv, Henîf Yûsuf, Hoşeng Broka, Kamiran Haco, Kerîmo, Mervanê Keleş, Mihemed Seyda, Mizgîn Gemmo, Qado şêrîn, Raşîd Hesso, Riyad Hemê, Salih Kobanî, Tengezar Marînî, Zagros Haco, Zubêr Yûsif
Nav û paşnavê xwe, pîşeya xwe, navnîşan û posteya xwe li ser vê emailê ji me re bişîne. Dudil nebe, bibe endamê Inîsyatîvê!
insiyativaadare@hotmail.com
http://members.chello.se/helbestvan/12adar.htm
|
 |
 |