www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.05.2004 - 03:37



Rewşenbîrên kurd ên ji Binxetê dixwazin rêxistinekê saz bikin

DORTMUND (amude.com) - Di rojên 23, 24 û 25ê meha borî de, komek rewşenbîrên kurd ji nivîskar, helbestvan, rojnamevan, şêwekar û şanogeran ên ji başûrê-rojavayî Kurdistanê li bajarê Sandvîkin li Swêdê komcivînek pêk anîn û dest bi inîsyatîvekê ji bo sazkirina rêxistineke rewşenbîrî kir. Navê inîsyatîvê "12 Adarê - Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)" ye. Di vê komcivînê de, komîteyek ji 7 kesan hate hilbijartin. Ev komîte dê di 6 mehên bê de kongreya sazkirina rêxistina rewşenbîran amade bike û têkiliyan bi rewşenbîran li seranserî cîhanê pêk werîne. Malpera Amûdê daxuyaniya inîsyatîvê diweşîne:

Daxyuyanî
12 Adarê - Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî) dest pê kir

Piştî bûyerên dawîn ên ku li welatê me wek serencama siyasetên çewt li hemberî gelê me yê kurd li Sûryayê rûdan; gelê kurd ê ku hebûna wî tête çewisandin û mafên wî yên mirovane ji dehan salan ve têne binpêkirin. Piştî wan bûyerên dawîn ên ku çirîska wan a pêşîn ji Qamişlokê di 12ê adara 2004ê de dest pê kir, di şûna ku desthilatên rejîma Sûryayê û hêzên parastina wê bi şêweyekî berpirsyarane bûyeran çareser bikin, dest bi kuştina kurdên bêçek kirin, bêyî hestên berpirsiyariya siyasî û exlaqî û bi şêweyekî hovane.

Bêguman e ji roja damizirandina dewleta Sûryayê û vir ve, ev yekem car e ku bûyerên wisa tirsnak di peywendiyên di navbera kurd û ereban de rû didin.

Wisa wekû bertekiyeke rewa ya li hemberî kuştin û gulebarandina ku li Qamişloyê ji alî hêzên dewletê yên çekdar ve rû da, çirîskên berxwedanê digihêjin hemî navçe, bajar û bajarokên kurdan û şêweyê serhildaneke gelêrî werdigire, da li hemberî kuştinê rawestin û hebûna xwe biparêzin û serên xwe li dijberî hêzên ku siyaseta erebkirin û binpêkirina mafên wan û qirkirina (spî) û qedexekirina ziman û çanda wan bi kar tînin, bi tundî hildin.

Berdewamiya girtina kurdan û şêweyên işkencekirina hovane nîşanine zelal in, ku êdî careke din welat ber bi zindaneke mezin ve diçe û êdî ji bilî bejna bêdengiyê û çeperên tirsê nema ti tişt bilind dibin.

Wisa diyar e, ku rejîma Sûryayê rêbazên xwe yên binpêkirina demokrasiyê berdewam dike û nikare dest ji rêbazên xwe yên şoven û regezperest berde. Ev jî dihêlin ku berpirsyariyên rewşenbîrên kurd û ereb hem li beramberî wijdanê gelemper û hem jî li rûberî dîrokê girantir bibin, da ku nameya xwe ya wijdanî berî ku dem derbas bibe bigîhînin.

Lewra, li bin sîwana van bûyeran, komek rewşenbîrên kurd ji nivîskar û helbestvan, rojnamevan û şêwekar û şanogeran li Sandvîkina Swêdê di rojên 23, 24 û 25ê nîsanê de komcivînek li dar xist û dest bi "Inîsyatîva 12ê Adarê ya Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)" kir.

Hêviya vê inîsiyatîvê jî ew e, ku hêza rewşenbîr û dahênerên kurd di hemî warên çand û hunerê de berhev bike, û vê hêzê ber bi çirandina perdeyên bêdengiyê ve bi kar bîne, da rewşenbîrên kurd bikaribin rola xwe ya dîrokî bilîzin û helwestên tund û dijwar û gelemper li hemberî rûdan û bûyerên ku li welatê me çêdibin, werbigirin.

Herweha banga xwe digihîne hemî rewşenbîran, ku bi hevre li bin siya nirxên demokrasiyê û azadiyê têbikoşin û nirxên çandê -çi yên wijdanî û çi jî yên ramanî - biparêzin û bi hevre alên peyv û pirçandê û spehîtiyê bilind bikin.

12 Adarê- Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî)

23-25.04.2004
Sandviken- Swêd

Bo têkiliyê: insiyativaadare@hotmail.com



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]