 |
 |
24.02.2004 - 16:45
Pirtûkeke Hoşeng Broka ya helbestê ya nû derket
STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên Pêrî li Stenbolê,
çaremîn pirtûka helbestê ya helbestvan Hoşeng Broka
bi navê "Derengî bajêr weha diniqutim nimêja navê te" derket. Ev pirtûk
ji 8 beşan û 120 rûpelan pêk tê. Broka ji başûrê-rojavayî
Kurdistanê ye û ji sala 1994an ve li Elmanyayê dijî.
Ji bilî vê pirtûka nû, ta niha 4 pirtûkên
Broka hatine çapkirin, ji wan 3 ê dîwanên helbestê
("Bawişkandin ji kopên minareyên razayî" (Elmanya/1995),
"Serborkên çarşembên tozê" (Swêd/1999) û
"Keskê dawî di cenazeya Xwedê de" (Stenbol, 2003))
û herweha lêkolîneke bi zimanê erebî
bi navê "Mîtolojiya Êzdiyatiyê" (1995).
Hoşeng Broka di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê
Tilxatûnkê li başûrê-rojavayî
Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1994an de dîploma
sosyolojiyê li zankoya Şamê wergirtiye, berî
ku di zivistana 1994an de koçberî Elmanyayê bibe. Helbestvan niha
li bajarê Bielefeld dimîne.
Naveroka pirtûkê:
- Rê, ku min distirînin, ji pêkên payîza navê
te diweşin/r. 11
- Aliyê navê te/r. 31
- Ku tu rûkê xwe li ser awêna navê min ji bîr dikî/r. 45
- Bîra tazîbûnê/r. 55
- Êvarê, berî tu bigrî, tiştên min bêriya tiştên te dikin/r. 69
- Berî destên te, û piştî destên te/ r.83
- Derengî helbestê, weha navê min û te pêrgî hev tên/r. 99
- Yara derengî mûma derengî meya derengî bajêr/r. 111
Malpera Amûdê berî niha helbesteke ji pirtûka Broka
ya nû di
"Êvar Baş" de weşandiye. Niha ew 3 kurtehelbestan
pêşkêş dike:
XVI
Tu...
berî ku hêsirên te;
yên ji bîra nêrgizan,
destên min
haşt bikin,
çûyî,
û te ez
mîna rêyeke
bê westan
û bilez,
ku bazbidî gavên te,
û mîna bilûreke
ji avê,
di bîra gula "Min ji bîr neke"
û qehwa
ji sibehên zengilên
bendemanê de,
li şûn payîza
navê xwe,
hiştim.(r. 29)
VI
Rûkê te,
ku aliyê lêvên min e,
petî ye,
mîna
bîra
awênê.(r. 52)
VII
Rûkê te,
dîroka heyvê ye,
ku êşê
distirîne.
Rûkê te,
mezintirîn çîroka gîhê
û baranê ye,
ku nêrgizên navê min
û te,
hildide.(r. 53)
>> E-Mail: hoshengbroka@hotmail.com
|
 |
 |