 |
 |
04.06.2004 - 13:41
 
Naile Aras (beyan.net) & Cebar Emîn
|
Li Swêdê du kurd dixwazin bikevin Parlamana Ewropayê
STOCKHOLM (KK/amude.com) - Li seranserê Ewropayê dê 13ê vê mehê hilbijartin ji bo endamên
parlamana Yekîtiya Ewropayê pêk werin û li welatên Yekîtiya Ewropayê jî çar kurdan ji bo
ketina parlamanê dest bi kampanyayê kirine. Lê belê kampanyaya herî gur û germ li Swêdê
di navbera du kurdan de têt kirin, ji ber li Swêdê mafê bijartina kesan (ne lîsteyên partiyan)
heye. Naile Aras ji Partiya Çep (Vänsterpartiet) û Cebar Emîn ji Partiya Jîngehê (Miljöpartiet)
ji kurdan dixwazin ku dengên xwe bi taybetî bidin þexsê wan, da ew bikarin bikevin parlamana
Yekîtiya Ewropayê.
Ji bo ku Naile Aras bikare ji nav lîsteya partiya xwe bêt hilbijartin, pêwîstiya wê bi
12–13000 dengan heye. Naile Aras di lîsteyê de di rêza 18an de ye û þansê partiya wê yê sê
endaman heye. Lewra jî divêt 12–13000 kes xweser li ser çarçika li pêþiya navê wê xêz bikin
heta ku ew bikare bêt hilbijartin. Naile Arasê hêviya xwe bi kurdan ve girêdaye û dibêje:
"Min hêviya xwe bi kurdan ve girêdaye û ez dixwazim ku kurd bi çavekê neteweyî li vê meseleyê
binêrin û dengê xwe bidin min, da ez bikarim di parlamana Yekîtiya Ewropayê de bibim dengê
kurdan û pirsên internasyonal."
Ji bo ku Cebar Emînî bikare bikeve parlamana Yekîtiya Ewropayê, pêwistî bi 8–10000 dengan
heye û ew di lîsteya partiya xwe de di rêza 8an de ye. Cebar Emîn dibêje, ji ber ku pêwîstiya
wî bi hindiktir dengan heye û hevrikên wî yên di nav partiya wî de jî ne gelekî
naskirî ne, ew dikare bêt hilbijartin, lê belê þansê Naile Arasê hema-hema bibêje nîne.
Cebar Emîn jî aliyê neweteyî ve xwe dide pêþ û dibêje: "Ez dixwazim piþtgiriya miletên bindest
bikim. Ez dixwazim parastina mafên mirovan bikim. Ez dixwazim berjewendiyên kurdan biparêzim
û ti dijayetiyek di navbera siyaseta partiya me û daxwazên min de nîne û ez dikarim herduyan
kombîne bikim."
Naile Aras di heqê Cebar Emînî de dibêje, ji ber ku wî xwe wekî zelamê partiyeka kurdî
ya Kurdistanê pêþkêþ kiriye û wekî kandîdatê wê partiyê têt hesibandin, þansê wî kêm e
û hemî kurd piþtgiriya wî nakin.
Her çi jî bibe, þansê herduyan jî kêm e, ji ber kurdan li ser zêdetirî 20000 dengan li hemî
Swêdê nînin û ji wan 20000 dengan jî belkî 8000 kes dengê xwe bidin.
Vêca dengên kurdan gava ku di navbera Naile Arasê û Cebar Emînî de
parçe bibin, bi kêrî herduyan jî nayên û herdu jî nikarin bikevin parlamenta
Yekîtiya Ewropayê. Herdu jî motîvên neteweperweriyê di kampanyaya xwe de bi kar tînin
û xîtabî hestên kurdan yên neteweyî dikin.
Li Swêdê dengdan bi du awayan dibe. Yan bi rêya posteyê, yan jî di roja dengdanê de
li ser sindoqa dengdanê. Her çi kesê ku bixwaze dengê xwe bide Naile Arasê yan Cebar Emînî,
divêt ji lîsteya partiya wan li ber navê wan li ser çarçikê xêz bike, da deng ji Naile Arasê
û Cebar Emînî re biçe û ne partiyên wan re.
|
 |
 |