www.amude.com - navenda çanda kurdî


25.06.2004 - 15:10


Ebdela Ocalan
Rêxistinên kurdistanî li Elmanyayê: Ocalan zilamê tirkan e!

DORTMUND (amude.com) - Platforma rêxistinên siyasî yên kurdistanî li Elmanyayê (Hevkarî) êrîşî Kongra Gel û serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan dike û wan wek xebatkarên dewleta tirkan bi nav dike. Hevkarî biryara Kongra Gel a berdewamkirina şer şermazar dike û diyar dike, ku "daxwazên Kongra Gel û Ocalan ne daxwazên welatperweriya kurd in," lê daxwaz û nerînê dewleta tirk in, a ku dixwaze "şerê qirêj bi destê xêrnexwazan bimeşîne." Hevkarî ji 17-20 rêxistinên kurdistanî li Elmanyayê pêk tê. Ev yekemîn car e, ku ew bi vî şêweyî êrîşî Ocalan û alîgerên wî dike.

Di daxuyaniyeke xwe de, ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, Platforma rêxistinên siyasî yên kurdistanî li Elmanyayê (Hevkarî) li ser biryara Kongra Gel a berdewamkirina şerê çekdarî li dijî tirkan radiweste û wê şermezar dike. Hevkarî dibêje, ku di 1999an de, Ocalan li ser daxwaza tirkan şerê çekdarî da rawestandin û "hinek endamên PKKê ji Ewropa û ji çiya rêkirin zindanên dewleta tirk." Li gorî Hevkarî, bi berdewamkirina şer Ocalan û Kongra Gel daxwaza dewleta tirk pêk tîne. Hevkarî di daxuyaniya xwe de diyar dike, ku tirk dixwazin "careke din dilsozên azadiyê bi destên apoçiyan qir bikin, gund û mezrên mayî jî bi temamî ji holê rakin û dijminayetiya başûrê Kurdistanê hê zêdetir bikin." Hevkarî dipirse: "Gelo şerê 15 salan têra qirkirina milltê kurd nekir?"

"Destên xwe ji pêsîra gelê kurd bikşînin"

Rêxistinên Kurdistanî êrîşa xwe li dijî Kongra Gel û Ocalanî berdewam dikin û dibêjin, ku ew "bi van kiryarên xwe karê dewleta tirk dimeşînin" û nikarin ser navê gelê kurd biaxivin. Hevkarî berdewam dike û dibêje: "Bila herin xwe qurbana serokê xwe bikin, lê destên xwe ji pêsîra gelê kurd bikşînin!"

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Hevkarî doz dike, ku divê gelê Kurdistanê mafê xwe yê çarenûsî bi destê xwe diyar bike. Herweha ew eşkere dike, ku "daxwazên dagîrkeran nikarin bibin daxwazên gelê kurd û Kurdistanê." Hevkarî bangî rêxistinên kurdistanî dike, ku "erkên xwe yên neteweyî bi cî bînin" û bersiva "lîstokên qirêj" bidin. Herweha ew bangî xurtkirina yekîtiya gelê Kurdistanê dike.

Hêjayî gotinê ye, ku ev yekemîn car e, ku Hevkarî daxuyaniyeke bi vî şêweyî li dijî Ebdela Ocalan û alîgerên wî derdixe.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]