 |
 |
06.03.2004 - 15:28
Hêvî Berwarî ji neçariyê êrîşê
dike
DORTMUND (amude.com) - Li jêr navê "Bersiveka gerim ji bo gotareka sar"
endama Komîteya PENa Kurd Hêvî Berwarî helwesta xwe
li hemberî nûçeya Malpera Amûdê ya
li ser gotinên wê di hevpeyvîna bi
"Azadiya Welat" re de diyar dike. Li gorî Berwarî,
ew nûçe mafê wê yê azadiyê binpê dike
û wê mîna "veyrûsekê" binav dike. Berwarî berdewam dike û dibêje,
ku ew ne li ser navê PENê axiviye û gotinên wê
yên derbarî PKKê nerîna wê ya taybetî
ye. Herweha ew "Azadiya Welat" ji ber guhertina gotinên xwe
sucdar dike.
Hêvî Berwarî, endama Komîteya PENa Kurd û herweha berpirsa
Komîsiyona Jinan a PENa Kurd, di bersiva xwe de dibêje, ku sernivîsa
nûçeya Malpera Amûdê "bêbextî li PENa Kurd
kiriye", çimkî ew di hevpeyvîna bi
"Azadiya Welat" re de "ne li ser navê PENê axiviye". Ew eşkere dike,
ku di PENa Kurd de tenê Komîteya Birêvebir dikare li ser navê
PENê biaxive û daxuyaniyan derxîne. Berwarî bi xwe jî endameke
vê komîteyê ye û di 07ê meha borî de ji aliyê PENa
Kurd ve ji bo beşdarbûna di civîna damezirandina
şaxê Amedê yê PENa Kurd de hatibû şandin
Amedê. Hevpeyvîna bi "Azadiya Welat" re di wê demê de hatibû
kirin.
Berwarî berdewam dike û dibêje, ku nûçeya
Malpera Amûdê "mafê wê yê azadiyê
binpê kiriye" û dipirse, ka divê ew çi bêje,
da ku nivîskarê nûçeyê kêfxweş bibe.
Herweha Berwarî dibêje, ku hevpeyvîna wê ji
6 rûpelan pêk tê û Malpera Amûdê
tenê beşek ji wê weşandiye. Hevpeyvîn bixwe
di rûpela 6an a hejmara 420an a "Azadiya Welat" de hatiye
weşandin. Berwarî bixwe di bersiva xwe de diyar nekiriye, bê
ew 6 rûpelên ku ew behsa wan dike, yên çi ne.
"Azadiya Welat" sucdar e!?
Li ser gotinên xwe yên di hevpeyvîna jorîn de,
Hêvî Berwarî dibêje, ku wê gotiye,
ku kurdên bakurê Kurdistanê berî hatina PKKê mîna di
goristanekê de û herweha di bin zordariyê de bûn
û "şoreşa nû li Bakur ew hişyar kirine".
Berwarî dibêje: "Eger tiştek beruvajî hatibe
nivîsandin, ez ne berpirsiyar im." Ew neyekser
"Azadiya Welat" rexne dike, ku wê gotinên wê guhertine
û li gorî kêfa xwe weşandine.
Di "Azadiya Welat" de li ser navê Berwarî hatiye
nivîsandiye, ku tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû
û ew bi şoreşa PKKê ji dayik bû.
Herweha hatiye nivîsandin, ku berî PKKê ti şoreşê
bandoreke weke ya PKKê nekir.
Malpera Amûdê li vê derê bersiva Hêvî Berwarî
wek ku jê re hatiye şandin, diweşîne:
* * * * *
Bersiveka gerim ji bo gotareka sar!!
Berî çend rojan, min hind malperên kurdî vekirin û min dixwast hind gotaran bixwînim yên roshnbîrî, min hind dema xwe da malpera Amude û min vekir lê dinêrim hevpeyvîna min ya 27.02.04 ya ku rojnama azadiya welat li diyarbekir di gel min kirî bi navû nîshaneke bê bextane kû navê PEN a kurd û Pkk bi bu klîla vekirinê , min dixwast hemûyê bixwînim ku ji 6 rupelan pêk hatbû lê min dît bi tenê beshekî bichuk di ropelekîda hatiye nivêsanidin .min yekser zanî ku vaîrusek keftiye di vê malperêda û nîvishkê gotarê hemû xwariye û bermayê xwe ji vê malperêra shandiye.
Ez dibêjim yek ji reushtên roshinbîryê ewe ku di gel xwe û civakê rast gu be, ji ber ku rastî di nava agirjî dabe wê derbikeve.dema mirov behsa azadiyê dike gereke mirov mafê azadiyê bide herkesekî ew chawa hizir dike azade bi taybet ger mirov li ser navê xwe biaxve ,ez dixwazim ji xwediyê vê gotara amudê bipirsim ew navû nîshan te ji ku anîn? Peywendiya PEN a kurd bi van pirsara chiye?û gelek pirsên din.. lê bila hevalê me li min bibûre ku berî ez bersva pirsên xweyên azadiya welat bidem ji wî bipirsim ka chi bêjim û ew bi chi gotin kêfxwshe!!.
Min nezanî hind nav li hemberî hevalê me dibin kabûs û dema dikevin berchavên wî
naxwaze bibîne û hay ji xwe namîne û hind caran xwe di kevranda tavê da ji van
navan rizgar bibe!? Carna jî hind kes hene bi maskan ruyê xwe di guherin
û di xwazin tishtan dur bi durbînê lê binêrin.hevalê hêja dojmin û dagirkerên kurdistanê
û civakên pashvemayî ne kariye azadiya min charchuvebike û hizrên min ji
min bidze .ez bawerim tujî xwe zehmet nede,ji ber ku ez ji te napirsim tu
chawan hizir dikî û cîhanê û jiyanê shruvedikî. Ez jî wî mafî didem xwe ku bi
azadane bîrûbawerên xwe piparêzim jiberku berî her tishtî ez mirovim min mafê bîrkirinê heye,
ez di karim bêjim ne ez û ne chi kes bi tena serê xwe nikarin
li ser navê PENê bi axvin û daxweyaniya biden bi tenê komîteya birêveber
li ser navê Penê di kare biaxve hûn jî dizanin ev pirs navê penê têda nîne bi
tenê li ser dîroka penê hind pirs jimin kirîne û min jî li gur wan pirsan bersiv
daye ew pirsên din li ser navê min yê taybet hatine kirin û min jî li ser navê
xwe bersiv daye ji ber ku li ser Radoya kurdî li Bexda û radoya kurdî li Berlin
û Dengê emerîka besha kurdî jî pirs ji min hatîne kirin û gelek pirsên din yên gishtî .
herweha ew bersiva tu pê birîndar bûyî rastiya wê ewe min gotiye(kurdên bakurê kurdistanê bi
drêjiya nêzîkî sedeyekî li jêr zordariyê bûne mîna gurstanekê bûn shuresha nu li bakur ew hishyarkirîne )ger rastiyê wê beruvajî hatbe nivêsandin ez neberpisyarim ji ber ku ev rastiyeke dojminên kurdajî vê yekê dizanin.ev bîrubawerên minin ne yên PENa kurd ez nizanim chima navê PENê te bi navkiriye di hevpeyvînêda li ser navê Penê ez ne axftîme.. lê ez dixwazim wê bêjim ku li despêka damezrandina PENa kurd ta niha gelek astengî derbaskirîne ji hemû aliyanve gelek caran dojminên gelê kurd jî nexwastiye bikeve ser piyan lê îru bi shêweyekî xwrt bi kar û xebatên xwe yê nêv netewî bersva van hemuyan daye, ez bawerim ger hind kes xwe biken benzîn û agirê ji navbirina vê saziyê geshbiken û peyvên nazikên kurdî bi shewtînin û bibin xwelî dîsan jî em hevdu fêm dikeyn û bi hevdu bawerîn ku eger barana bêbextiyê jî li ser me bubare emê bi hestên azad qonaxên dûr bibrin û berev geshatiya rojê bimeshîn.
Bila hevalê me bibûre bi rastî min nedxwest dema xwe ji bo vê bersivdanê bikujim lê ji ber wê bêbextiya li ser PENa kurd ez nechar mam vê bersivê binvêsînim.
Helbestvan Hêvî Berwarî
Berlin 03.03.04
|
 |
 |