 |
 |
22.02.2004 - 15:11
Hesen Salih û Merwan Osman dê serbest bêne berdan
 
Hesen Salih û Merwan Osman
|
ŞAM (amude.com) - Girtiyên kurd Hesen Salih û Merwan Osman
dê serbest bêne berdan. Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind berî
nîvro biryar da, ku ew herdu bo 3 salan di zindanê de bimînin. Lê
piştre ev biryar hate guhertin û ew ji bo 1,2 sal zindan hatin dadgehkirin.
Ji ber ku ev bêtirî 1,2 salan e, ku herdu berpirsiyarên
Partiya Yekîtî Ya Kurd li Sûryayê di zindanê de ne,
ew dê yekser serbest bêne berdan. Salih û Osman bi
hiceta ku wan xwestiye "beşekî ji Sûryayê bi
welatekî biyanî ve girêbidin", hatin tawanbarkirin.
Herweha îro 7 girtiyên meşa zarokan a di 25.06.2003an de
hatin pêşiya dadgehê. Lê dadgehkirina wan ji bo
11.04.2004an hate bipaşxistin. Sekretêrê Partiya Yekîtî
ya Kurd li Sûryayê Ebdilbaqî Yûsiv ragihand Malpera
Amûdê, ku ew nîş hene, ku ew jî di
wê demê de serbest bêne berdan.
Nûçeya serbest berdana herdu girtiyan zû li bajarên
başûrê-rojavayî Kurdistanê belav bû.
Agahiyên ji wê derê dibêjin, ku kêfeke mezin ketiye
nav milet û bazarvanên kurd şêraniyê li nav xelkê
belav dikin.
|
 |
 |