 |
 |
29.01.2004 - 00:01
Rojnameya Azadiya Welat êrîşên
li dijî rojnamevanên kurd şermezar kir
AMED (amude.com) - Rojnameya Azadiya Welat a kurdî ya heftane
êrîşên li dijî rojnamevanên kurd û girtina wan
şermezar kir. Di daxuyaniyekê de, berpirsê
karên nivîsê Hamdullah Yilmaz li ser navê Azadiya Welat destnîşan kir, ku
"di pêvajoya ku Tirkiyê bikeve Yekîtiya Ewropayê de",
Ajansa Nûçeyan a Dicle û
navenda kovarên Ozgur Halk, Genç Bakiş û Îlerîcî Gençlikê
ji aliyê polîsan ve "bi awayekî li derveyî pîvan û zagonên çapemeniya gerdûnî
rastî serdagirtinê hatin. Yilmaz eşkere kir, ku ew "pêkanînên li derveyî
hiqûqê nayên qebûlkirin." Do, li Stenbolê 25 rojnamevanên kurd
ji aliyê polîsên tirk ve hatin girtin.
Di daxuyaniya xwe de, ku ji Malpera Amûdê re hate şandin,
berpirsê karên nivîsê Hamdullah Yilmaz li ser navê Azadiya Welat
diyar kir, ku êrîşên li dijî rojnamevanên kurd
nîşan didin, ku li "Tirkiyeyê nêzîkbûna saziyên çapemenî û weşanê neguheriye."
Wî berdewam kir û got: "Ev jî xuya dike, ku Zagonên Ahengsaziyê yên Yekîtiya
Ewropayê li Tirkiyeyê pêk nehatine û ew neketine praktîkê."
Derbarî siyaseta Partiya AK, Hamdullah Yilmaz di daxuyaniya xwe
de eşkere kir, ku "hikumeta AKPê û derdorên ku tên zanîn, çiqas demokratîkbûne
û tahamûla wan a li dijî dîtinên cuda, çiqas pêş ketiye." Wî
diyar kir, ku li ber çavan e, ku "divê kes baweriya xwe bi van pêngavên
derewîn û îdîayên demokratîkbûnê yên AKPê neynin."
Di dawiya daxuyaniyê de, Azadiya Welat êrîş
şermezar kirin û doza serbestberdana hempîşeyên xwe yên
kir.
|
 |
 |