 |
 |
27.03.2004 - 23:15
Folkpartiyet doza çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê dike
STOCKHOLM (amude.com) - Di kongreya xwe ya îroj ya salane de,
Partiya swêdî Folkpartiyet (Partiya Gel) êrîşên
li dijî kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
şermezar kir. Herweha wê doza serbestberdana girtiyan û çareserkirina
pirsa kurdî li Sûryayê kir. Li aliyekî din û bi
inîsyatîva Folkpartiyet, roja 13.04.2004an
Parlamana Swêdî dê li ser pirsa kurdî li Sûryayê guftûgo
bike. Herweha di 05.04an de dê li ser daxwaza serokatiya Folkpartiyet
Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamana Ewropayê
li ser heman mijarê biaxive. Endama Folkpartiyet
Cecilia Malmström dê vê mijarê bixe rojeva komîteyê.
Folkpartiyet di kongreya xwe ya salane de ev biryar standin:
- Folkpartiyet êrîşên leşkerî yên nedadmend
li dijî gelê kurd li urdistana Sûrî şermezar dik.
- Folkpartiyet doza serbestberdana girtiyan û herweha çareserkirina
pirsa kurdî bi şêweyekî aştiyane dike.
|
 |
 |