 |
 |
26.02.2004 - 09:59
Filmek kurdî di televizyona elmanî de
DORTMUND (amude.com) - Kanala televizyonê ya elmanî
"3Sat" dê roja 07.03.2004an, demjimêr 21.15, filmekî dokumentar
ê derhênerê kurd Yusuf Yesilöz pêşkêş
ke. Navê film "Hunger gegen Wände" (birçîbûna
li dij dîwaran) e û 52 deqeyan dirêj dike. Zimanên wî tirkî, kurdî
û elmanî ne, lê bi jêrenotên elmanî. Ev yekemîn
car e, ku ev film di televizyonê de tê pêşkêş kirin.
Filmê "Birçîbûna
li dij dîwaran" derbarî xwendekarê kurd Cemal Mîran e.
Ji ber ku Cemal beşdarî tevgera kurdî ya demoqratîk
dibe, ew di sala 1980ê de li Tirkiyeyê tê binçavkirin û
işkencekirin û ji aliyê dadgeheke leşkerî
ve ji bo mirinê tê dadgehkirin. Ew rewşa di zindanê de
bi greveke birçîbûnê ya 14e rojane protesto dike,
dikeve komayekê (ser hişê xwe diçe),
hişiyar dibe û dibîne, ku bûye mirovek
nivîşkan. Di 1989an de, biryara mirina wî radibe û
Cemal serbest tê berdan. Di sala 1993an de, ew koçberî
Swêsrayê dibe.
Ev filmê dokumentar nîşan dide, bê çawa Cemal Mîran
bi bîranîn û nivîşkanbûna xwe
jiyana xwe ya rojane li Swêsrayê derbas dike. Filmek li ser
çewisandin û işkencekirinê,
lê herweha li ser hevaltî û bêrîkirinê ye.
Nivîskar û derhêner Yusuf Yesilöz di 1964an de li bakurê Kurdistanê
ji dayik bû. Berî çardeh salan ew koçberî Swêsrayê
bû û niha li wir dijî.
|
 |
 |